Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da 2021-03-22 14:40:14 AMED – Serokê Komîteya Amedekar a Newroza Amedê Îrfan Sonmez, diyar kir ku li Amedê û bajarên din ên herêmê milyonên ku qadên Newrozê dagirtine qertê sor nîşanî desthilatê dane û got ku gel pêşiya HDP’ê vekiriye.    Li Amedê, li gel hemû astengî û êrişan jî Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” bi beşdariya sed hezaran hat pîrozkirin. Ji destpêkê heta dawiya pîrozbahiya Newrozê sed hezarên ku qadê têje kiribûn, bertek nîşanî tecrîda lis er Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser HDP’ê ku bi xistina parlamenteriya parlamenterên wê û vekirina doza girtina wê tên meşandin dan.    Serokê Komîteya Amedekar a a Newroza Amedê û Serokwekîlê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Îrfan Sonmez, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê axivî û diyar kir ku sed hezarên li qada Newrozê bersiva êrişên li ser partiya wan dane desthilatê û spasiya hemû amediyên ku tevlî Newrozê bûn kir.    Sonmez, da zanîn ku milyonên ku tevlî Newroza Amedê û newrozên li bajarên herêmê bûne qertê sor nîşanî desthilatê dane û derxistine holê ku partiyên bên girtin AKP û MHP ne û li dijî wan gelê kurd bûye yek.