Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar 2021-03-22 15:23:48   ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê, ji milyonên ku tevlî Newrozê bûn re spas kirin û ev tişt gotin: “Herkesî nîşan daye ku wê zivistan sar bibe bihar.”    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîhat Sancar, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan kes tevlî wan bûn daxuyaniyeke nivîskî dan û spasiya beşdarên Newrozê kirin. Hevserokan, diyar kir ku Newroza 2021’an bi coş û biryardariyeke mezin hatiye pîrozkirin û li dijî zextan bûye peyama em li vir in. Di berdewamê de Hevserokan, destnîşan kirin k udi Newrozê herkesî nîşan daye ku wê zivistan sar bibe bihar û ji ber beşdarbûnê spasiya milyonan kirin.