Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin 2021-03-22 15:38:17   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê di qadên Newrozê de bê encam man e û xwest ku desthilat û mûxalefet daxwaza aştiyê ya li qadên Newrozê bilind bû bibînin.   Di pêvajoya xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î, vekirina doza girtina HDP’ê, feskirina Peymana Stenbolê de Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî hat binçavkirin. Turkdogan ku şeva 19’ê adara hat binçavkirin piştre hat berdan, pêvajoya binçavkirina xwe, daxwaza aştiyê ya li qadên Newrozê derket holê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   ‘DERVEYÎ HIQÛQÊ YE’   Turkdogan, bi bîr xist ku Wezîrê Karên Hundir di meha sibatê de ÎHD û hin bernameyan de ew bi xwe hedef nîşanda ye û wiha axivî: “Piştî ku kesekî ser serê hêzên ewlehiyê ev axaftin kirin ez li bendê bûm ku bêm binçavkirin. Li Tirkiyeyê her tim wisa dibe. Di saetên serê sibê şeşan de polîs di destê wî de evraqek li mala we lêgerînê dikin û bi awayekî standart tên binçavkirin. Lê ev derveyî hiqûqê ye. Ji ber parêzer im divê agahî dabûna Navênda Heq a Parêzeran. Divê di lêgerînan de parêzerek hebûya. Ji xwe serdegirtinên malan ên saetên serê sibê mijareke rexneyê ye.”   JI PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN RE ÇAVTIRSANDIN   Turkdogan, anî ziman ku sûcdariya îfadeya ku li ser bangê bikare biçe bi serdegirtina malê de hat binçavkirin û wiha got: “Ez dikarim bi rehetî bêjim ku ji bo çavê parazvanên mafê mirovan bên tirsandin ez binçavkirim. Sucdariyên derbarê min de hemû jî axaftinên min in, ji ber mirovek axivî hûn nikarin ser mala wî de bigirin.    ‘HEVKARÊ WÎ YÊ BIÇÛK SERDEST E’   Turkdogan, da zanîn ku divê li Tirkiyeyê mejiyê ewlekariyê êdî bê guhertin û anî ziman ku kî çi dibêje bila bêje wê di çarçoveya rêgezên xwe de bixebitin.   Turkdogan, bi lêv kir ku 6 sal in ji ber polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên giran pêk tên û wiha axivî: “Em dibînin ku hişmendiyên cuda yên di nava dewletê de pev diçin. Ji aliyekî li gor daxwazên MHP’ê tevdigerin ji aliyê din Wezareta Dadê di bin navê reformê de dikeve bin taahhutê. Ji ber hevkarê Tifaqa Komarê yê biçûk serdest e gotina dibêje pêk tê. Îdeanameya girtina HDP’ê ku rojekê beriya Kongreya MHP’ê hat vekirin, di nîvî de maye. Ne gengaz e ku îdeaname be. Ev jî dide nişandan ku çiqas ecele kirine.”   ‘DI BÊÇARESERIYÊ DE DEWLET BÛ YEK’   Turkdogan, diyar kir ku Tifaqa Komarê ne tenê ji AKP’ê û MHP’ê pêk tê, hin beşên din jî di nav de hene û wiha berdewam kir: “Di vê tifaqê de kes jî cih digirin. Dewleta tê dîtin û nayê dîtin, di vê tifaqê de bûye yek. Ev tifak li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd hatiye avakirin, tifaqeke ku xwe spartiya tundiyê û polîtîkayên ewlehiyê pêk tîne ye. Em li rex komên tên binpêkirin û zext li wan tên kirinin. Ji ber wê yekê em li rex gelê kurd in. Ji ber em kes û civakên mafên wan tên binpêkirin diparêzin dibin hedef. Tişta ecêp ev e, Tirkiyeyê ev jiya, tecrube kir. Divê salên 80’ê careke din neyên jiyîn. Tiştek ji van polîtîkayan dernakeve. Hûn çima bi heman tiştan mirovan mexdûr dikin. Divê êdî van pirsan bi dengekî bilind bîne ziman.”   MECLÎS BI NAKOK E   Turkdogan, da zanîn ku roja ku hatiye binçavkirin plan kiribûye ku biçe seredana Nobeta Edaletê ya Gergerlîoglû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu şertên ku serokê Meclîsê wê biryarê bixwîne tune bû. Ji bo biryarên ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dibêjin em Meclîs in, çawa AYM nivîseke wisa ji me re dişîne. Di vê rewşê de ne mecbûre fezlekeya ji dozgeriya Enqereyê hatî bixwîne. Ji aliyekî nivîsa AYM’ê weke mudaxale bibînin, ji aliyê din jî hûn ê bejin ‘ez Meclîs im mecbûr im biryara dadgehê bixwînim’ û li aliyekî jî hûn ê bikevin nav nakokiyeke mezin.”   PEYAMA NEWROZÊ   Turkdogan, xwest ku daxwaza gelê kurd a aştiyê ya ji qadên Newrozê bilind bû bê dîtin û ev tişt lê zêde kir: “Newrozê nîşan da ku polîtîkayên ewlehiyê yên ku 6 sal in desthilat li Tirkiyeyê pêk tîne bê encam maye û daxwaza gel a aştiyê zindî ye. Divê teqez ev berçav were girtin. Ev daxwaza aştiyê nîşan dide ku pirsgirêka kurd bi tundiyê nayê çareserkirin, divê bi rêkên aştîxwaz û demokratîk bê çareser kirin. Lê berovajiyê vê gav tên avêtin. Weke vekirina doza girtina HDP’ê, girtina parlementeran, pêkneanîna biryara Demîrtaş û gelek tiştên din em dikarin rêz bikin. Divê dest ji van bê berdan.”   DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN   Turkdogan, axaftina xwe wiha domand: “Gel li rex daxwaza aştiyê di heman demê de helwesta xwe ya li dijî tecrîdê jî danî holê. Ji ber ku dema behsa pirsgirêka kurd hat kirin herkes dizane ku bi taybetî helwesta Abdullah Ocalan a li vir girîng e. Desthilat dikare derbarê tecrîda ser wî gavekê biavêje. Dibe ku ev rê li ber pêvajoyeke nû ya aştiyê jî veke. Li gorî min divê desthilat vê peyamê bi nirxîne ji ber ku vîna gel gelekî girîng e. Gelê kurd jî careke din vîna xwe ji aliyê aştî û siyaseta demokratik danî holê.”   ‘DIVÊ MUXALEFET CIHÊ GELÊ KURD LÊ DISEKINE BIBÎNE’   Tukdogan, destnîşan kir ku daxwaza ku li qadên Newrozê bilind bû ne tenê desthilat divê muxalefet jî bibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê muxalefet cihê gelê kurd lê disekine bibîne. Gelê kurd di salên 90’î de jî di sala 2013’an jî niha jî li heman cihî disekine. Dîsa daxwaza wan a aştiyê heye. Ji ber wê yekê divê muxalefet prîmê nede siyaseta desthilatê û bi HDP’ê re ji aliyê demokrasiyê ve helwestê bigire. Ev bang di heman demê de ji aliyê muxalefeta siyasî ya Tirkiyeyê jî girîng e. Bi milyonan mirov heman tiştî dibêjin. Nûnera wan a li meclîsê jî HDP ye. Wê demê dikarin bi awayekî rehet bên ba HDP’ê. Li gorî min divê peyama gel bi vî şiklî bê dîtin.”