Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2021-03-22 17:03:44   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 7 kesên ku hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 18'ê Adarê de,  Endamê Meclîsa HDP'ê Azad Polat, Koçer Sason, Aktîvîsta TJA'yê Hediye Yayik, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can û welatiyên bi navê Resul Salsak, Beşîr Tûrel û Giyasettîn Kalkan ên hatibûn binçavkirin, piştî 4 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin.   5 kesên îfade dan dozger serbest hatin berdan. Dozger endamê Meclîsa HDP'ê Azad Polat û welatiyê bi navê Giyasettîn Kalkan bi  daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê piştî îfade girtinê, Polat û Kalkan jî serbest berdan.