Di rojeva jinan de berxwedan heye 2021-03-23 09:09:13 ANTALYA - Jinên antalyayî êrîşên li ser Peymana Stenbolê û biryara fesixkirina wê wekî "îqtidar ji jinan ditirse" nirxandin û gotin: "Em ê dakevin qadan xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin."    Piştî ku bi îmzeya Serokomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê hat fesixkirin, jinan û gelek derdoran bertek nîşanî vê yekê da. Li Antalyayê jî jinan destnîşan kir ku dê mafên xwe yên bi dest xistine biparêzin û ji bo vê jî dê bitêkoşin.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Antalyayê Tulîn Uçdal, diyar kir ku peyman li dijî tahdeyê ji bo jinan ewleyiyek bû û ji ber ku berpirsiyarî daye ber dewletê, hedef hatiye girtin. Uçdal, anî ziman ku peyman di sala 2011'an de hatiye îmzekirin lê belê îqtidara AKP'ê ji bo vê tu gav neavêtine û got: "Dev ji pêşîlêgirtina tahdeyê berde, îqtidarê bi polîtîkaya bêcezatiyê kiryar wêrek kirin."   Uçdal, diyar kir ku îqtidar hebûna jinan tamûl nake. Uçdal, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê destkeftiyeke têkoşîna jina ye û dê bi daxwaza "yekzilamî" neyê tunekirin.    BÊHUKM E    Parêzeer Aylîn Onûrsev ku li ser navê Kolektîfa Feminîst a Antalyayê axivî, diyar kir ku îqtidar hêzê ji newekehviya cinsiyeta civakî digire û got: "Lewma biryara serokomar, di warê hiqûqî de bêhikm e. Peyman hîn jî di meriyetê de ye. Ev biryar, li dijî Qanûna Bingehîn û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye. Bi vê biryarê rêgezên Qanûna Bingehîn, hikmên nayên guherandin û peymanên navneteweyî yên maf û azadiyan ku Tirkiye jî îmze daniye binî wan, hatine binpêkirin."   Onûrsev, destnîşan kir ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin û got: "Em ê paş de gav navêjin, nehêlin destkeftiyên me ji dest me biçin. Em li vir in, naçin tu derî jî."    TIRSA ÎQTIDARÊ    Ebrû Întîbay jî ku li ser navê Jinên Halkevcî ya Antalyayê axivî, diyar kir ku kî serî netewîne, îqtidar mafê wan ê jiyanê binpê dike û bal kişand ser kuştina jinan, taciz û tecwizê. Întîbay, destnîşan kir ku derdora herî mezn a ku serî li ber îqtidarê natewîne jin in û got: "Sedema ku Peymana Stenbolê ev qasî ji xwe re kirine xem jî tirs e. Tirsa ji jina ye. Neyteke me ya ku em li bendê bin li Meclîsê biryara fesixkirinê bê sekinandin tune ye. Em ê li qadên bajêr xwe birêxistin bikin, li atolyeyan, li ber deriyên malan, li hemû qadan ji bo Peymana Stenbolê xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Cihê jinên ku mafên wan hatine xespkirin berxwedan e û kuçe ne."    TÊKOŞÎN    Berpirsiyara Meclîsa Jinên Pêşverû ya Antalyayê Ayer Guneşhan jî diyar kir ku îqtidara ku jinan û LGBTÎ+yan hedef digire careke din diyar kiriye ku li cem kesên ku tahdeyê li jinan dikin û wan dikujin cih digire û got: "Peymana Stenbolê, temînata mafên me û jiyana me ye."    Guneşhan got: "Em vê biryara serokomar nas nakin. Em jinên Meclîsa Jinên Pêşverû em ê li dijî vê pergala ku kujeran diparêze ltu carî dev ji têkoşînê bernedin."    MA / Omer Akin