Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî 2021-03-23 09:10:25 HATAY - Li Huseyîn Gor ê ku bi tawanbariya "heqaret" li Serokê Ragihandinê yê Serokomartiyê Fahrettîn Altûn kiriye tê darizandin, bêdanişîn 8 meh û 25 roj ceza hat birîn. Parêzer Mehtap Sert got: "Dadgehên xwe ava kirine û bi xwe mirovan didarizînin."    Dadgeha Cezayê Asliye ya 16'an a Stenbolê bi tawanbariya "heqaret" li Serokê Ragihandinê yê Serokomartiyê Fahrettîn Altûn kiriye, 8 meh û 25 roj ceza li welatiyê bi navê Huseyîn Gor birî.    Koma bi navê "Yılmaz Özdil" ve "Onurlu Yazarları Destekleyenler" a Facebookê, bi sernavê "Fahrettin Altun'un kaçak yapısının haberini yapanlara terör soruşturması açılacak" parvekirinek kiriye û di bin vê parvekirinê de gelek şîrove hatine kirin. Yek ji van şîroveyan jî "Hırsızlığın haberini yapmak terör suçu ileri demokrasi öyle bir şey demek ki" ye. Ji ber ku Huseyîn Gor ê li navçeya Îskenderûn a Hatayê dijî, vê şîroveya navbirî ecibandiye derbarê wî de bi îdiaya ku "heqaret" li Fahrettîn Altûn kiriye lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî di îdianameya xwe de ecibandina vê şîroveyê sûc hesibandiye.   Dadgeha Cezayê Asliye ya 16'an a Stenbolê jî ji ber vê 8 meh û 25 roj ceza li Gor birî.    'BÊYÎ KU DANIŞÎN BÊ LIDARXISTIN CEZA HATIYE BIRÎN'    Parêzera Gor Mehtap Sert ku got "Dadgehên xwe ava kirine û bi xwe mirovan didarizînin" anî ziman ku muwekîlê wê li Îskenderûnê dijî û Altûn jî li Enqereyê dijî, lê belê îdianame li Stenbolê hatiye amadekirin. Parêzer Sert got: "Me îtiraz kir. Lê belê cardin jî erka di CMK 12'an de esas nehat girtin. Bi hezaran kes nivîsa navbirî parve kiriye. Lê muwekîlê min tenê ecibandiye. Ji xeynî ecibandinê tu tişt tune ye. Lê rabûn ceza birîn. Bêyî ku danişînê bê lidarxistin ceza hatiye birîn. Bi vî awayî mafê darizandina adil hatiye binpêkirin. Di tu asteke darizandinê de derbarê muwekîlê min de delîl nehatine berhevkirin. Em vê biryarê qebûl nakin û em îtiraz dikin."    MA / Hamdûllah Kesen