Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir 2021-03-23 13:18:35   MÊRDÎN – Di darizandina doza Qaymeqamê Dêrikê Mûhammet Fatîh Safîturk ku li Dadgeha Îstinafê hat dîtin de 8 kesên ku dadgeha herêmî derbarê wan de biryara beraetê dabû beraet kirin.    Qaymeqamê Dêrikê Mûhammet Fatîh Safîturk ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, di 10’ê mijdara 2016’an de êrişeke bombeyî li dijî wî pêk hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Di dosya Safîturk de 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê, derbarê 15 bersûcan de biryar dabû. Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, biryarê xera kiribû û biryar dabû ku 8 kes ji nû ve bên darizandin. 6’emîn danîşina dozê li 3’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Herêmî ya Dîlokê hat dîtin.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe xwend û xwest ku biryara beraetê ya dadgeha herêmî ya ji bo 8 kesan daye bê qebûlkirin. Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryara beraetê ya dadgeha herêmî ya ji bo 8 kesan qebûl kir. Li gorî vê ev kes hatin beraetkirin; Devran Aslan, Fîkret Bagî, Mehmet Denîz, Nûrsel Eren, Tahsîn Erdaş, Vedat Erol, Ziynet Erdaş, Zûhal Dalçîn.