Xwînerê rojnameyê hat girtin 2021-03-23 14:31:03   EDENE - Endamê ESP’ê Omer Temel ku di Newrozê de ji ber Rojnameya Atilimê di destê wî de bû hatibû binçavkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin.   Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Omer Temel di Newroza Edeneyê ya ku 21’ê Adarê hatibû pîrozkirin de bi hinceta Rojnameya Atilimê pê re hebû hatibû binçavkirin. Temel, piştî kirariyên Miduriyeta Polîsan a Edeneyê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgerê ku îfadeya Temel girt Rojnameya Atilim û pirtûkên di lêgerîna mala Temel de dest danîn ser kirin hincet û Temel bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Edeneyê kir. Dadgehê, Temel bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirinê” girt.