Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan 2021-03-23 16:09:24   EDENE - 1'emîn danişîna doza xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahim Karakaş pêk hat. Heyeta dadgehê biryara berdewama girina Karataş da û danişîna dozê taloq kir.    Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karataş di 6'e mijdara 2020’an de hatibû girtin. 1'emîn danişîna doza Karataş li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat. Rojnameger Karakaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê bi rêya (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerê Karakaş Tugay Bek û malbata Karataş li salonê amade bûn. Piştî aşkerekirina nasnameyan, Karakaş, parastin kir û sûcê li dijî xwe red kir.  Karakaş, anî ziman ku îfadeya şahid Huseyin Durudeniz ne raste û wê demê piştî Rojnameya Ozgur Gundê bi KHK'ê hat girtin li cem malbata xwe bû. Karakaş, piştî parastinê beraeta xwe xwest.    Şahid Huseyin Durudeniz jî bi rêya SEGBÎS'ê îfade da û agahiyên bi nakok da. Durudenîz, anî ziman ku di DÎHA û Rojnameya Ozgur Gundemê de kar kiriye û Karakaş ji wir nas dike. Durudeniz, di îfadeya polîsan de gotibû ku Karataş di çapemeniya Duran Kalkan de bû, lê li salona dadgehê anî ziman ku tiştekî wisa negotiye.    Parêzerê Karakaş  Tugay Bek,  jî parastin kir û anî ziman ku şahid îfadeyên nakokî dide û wiha got: "Muwekilê min rojnameger e. Hemû xebatên wî li ser esasê rojnamegeriyê hatine kirin. Muwekilê min ne endamê rêxistinê ye. Tu şika wî ya bireve tune ye. Divê bê berdan."  Lê dozger jî xwest Karakaş girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da ku Karakaş girtî bê darizandin û danişîna dozê taloqî 4'ê Gulanê kir.