‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike 2021-03-23 17:23:39   ENQERE - Nobeta Edaletê ya piştî xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû destpêkirin, bi seredanên piştevaniyê didome.        "Nobeta Edaletê" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî xistina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû dabû destpêkirin, berdewam dike. HDP’ê biryar dabû ku piştî binçavkirina Gergerlîoglû ya li Meclîsê çalakiya nobetê li Navenda Giştî ya partiya xwe bidomînin. Di nava rojê de Hîndekarên Aştiyê, kesên bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji peywîrê hatin dûrxistin û hiqûqnasan Gergerlîoglû ziyaret kirin. HDP’ê bi parvekirina di hesabên xwe yên medya civakî de diyar kir ku seredanên “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li dijî xespa vînê daye destpêkirin didomin.