‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’ 2021-03-24 09:00:53 ENQERE -  Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku bi rakirina tecrîdê, wê aştî pêş bikeve û ji bo xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kirin. Çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û dorveger a di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêde bûne li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 118’emîn de dewam dike. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Hatîce Ay, Kadriye Ozgan û Munîbe Koç, banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan kirin.   Hatîce Ay, diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên bicih anîn û wiha axivî: “Girtiyên siyasî nêzî 4 mehane bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Pêkanîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan sûcê mirovahiyê ye. Rayedarên desthilatdariyê û dewletê, divê demildest bi girtiyan re hevdin bikin û daxwazên wan bi cih bînin.”    ‘DEWLET SÛC DIKE’   Ay, dest nîşan kir ku divê Kurd bi hevre li dijî tecrîdê têbikoşin û wiha bang kir: “Heya roja îro dewletê zilm li Kurdan kir. Lê îro em dîsa daxwaza aştiyê dikin û emê vê daxwaza xwe her tim bidomînin. Bila aştî û wekhevî pêk bê. Em naxwazin kes bimire. Lazime ku li çar parçeyên Kurdistanê jî Kurd bibin yek. Ger em nebin yek, em ê nekarin azadiya xwe pêş bixin. Dewlet bi pêkanîna tecrîdê sûc dike. Ma ev dewlet çi ji me Kurdan dixwaze. Me axa wan, zimanê wan û azadya ji wan ne girtiye. Em jî weke wan dixwazin li ser ax û welatê xwe bijîn. Lê bila baş bê zanîn bi kuştina kurdan, Kurd xilas nabin.”   DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN   Dayika aştiyê Kadriye Ozgen, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Divê gelê Kurd li dijî tecrîda li ser Ocalan rabe ser piyan. Tecrîd pêkanîneke dij miroviye. Divê em xwedî çalakiya greva birçîbûnê derkevin. Me naxwazin girtî jiyana xwe ji dest bidin. Lazime her kes ji bo girtiyan bibin deng. Ez bang li desthilatdariyê û Wezareta Dadê jî dikim. Di warê tenduristiya Ocalan de fikarên me hene. Divê ev fikar bên derbaskirin.”   KURD DI TECRÎDÊ DE NE    Munîbe Koç jî, bi bîr xist ku di şexsê Ocalan de hemû gelê Kurd hatiye tecrîdkirin û wiha bilêv kir: “Divê desthilatdarî rêyên diyalogê veke û çareseriyê  pêş bixe. Ger bi Ocalan re hevdîtin pêk were, pirsgirêkên heyî wê çareser bibin. Dewlet çi dike bila bike, Kurd wê dev ji daxwaza xwe ya demokrasiyê bernedin. Kurd wê dev ji vê doza xwe bernedin.”