Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin 2021-03-24 14:06:30   AMED – Di doza ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû ji peyvirê hatibû girtin hatibû vekirin deji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû, di 30’ê îlona 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû destpêkirin de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştre jî ji peywirê hatibû girtin. Piştre jî bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li Enserîoglû hatibû vekirin û îro 2’yemîn danişîna doza Enserîoglû li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    Hevşaredara Ensarîoglû ku berdayî tê darizandin û parêzerên xwe Ferîde Laçîn û Ûgûr Bîngol tevlî danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan ceza li Ensarîoglû bê birîn.    Parêzerên Ensarîoglû ji bo ku li dijî mutalaayê parastinê bikin daxwaza dema zêde kirin. Piştî navberdayinekê heyeta dadgehê biryar da ku biryar kontrola edlî ya derbarê Ensarîoglû de bê domandin û daxwaza parêzeran a ji bo parastinê qebûl kir û danişînê taloqî 28’ê hezîranê kir.