Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-03-24 15:02:09   RIHA - Aktîvîstên TJA’yê serdana nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar kirin û diyar kirin ku ew li cem malbatê ne.    Serdanên ji bo piştevaniya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên 16 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” li dar dixin didomin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Malbata Şenyaşar kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Sevval Gulmez jî di nav de gelek aktîvîstên TJA’yê serdan kirin.    ‘EDALET LI KU YE?’    Emîne Şenyaşar bi xemgînî têkildarî tiştên ew pê re rûbirû mane ji şandeya TJA’yê re vegot. Emîne Şenyaşar anî ziman ku xwesteka wan tenê edalet e û got: “Ez li her cihî li edaletê geriyam. Lê belê min edalet nedît. Ez ê tevir bidim destê xwe û betonê bişkînim û li edaletê bigerim, belkî edalet di wir de ye. Lê belê edalet li wir jî tune ye.”    'FADIL BI AWAYEK BÊEDALETÎ GIRTÎ YE’    Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku ew li cem têkoşîna malbat dide ne û got: “Her çi dibe bila bibe em ê li cem dayika xwe cih bigirin. Êşa wê êşa me ye jî. Çawa ku ferdên malbatê sê sal berê bêedaletî hatin qetilkirin, îro jî Fadil Şenyaşar bi heman bêedaletiyê girtî ye.”    Li aliyê din endamên Sendîkaya Tum Bel Senê ya Şaxa Rihayê jî serdana malbatê kirin û gotin ew ê piştevanên malbatê bin.