Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir 2021-03-24 15:43:43   ISPARTA – Girtî Cengîz Akkaya, şertên qarantînayê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê bi rêya parêzerê xwe ragihand û banga hestiyariyê li saziyên elededar kir.    Girtî Cengîz Akkaya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê dimîne, bi faqsa ku ji parêzerê xwe Ramazan Dalçîçek re şand binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Akkaya, ragihand ku ji ber tevlî danişîna xwe ya di 18’ê adarê de bûye wî 10 rojan kirine qawişa qarantînayê û wiha got: “Pêkanîn bi kêfî ne. Şertê mirov bikaribe bijî nemane. Li qawişê ne paqijî tê kirin ne jî amûrên paqijiyê tên dayîn. Em kincên xwe diqetînin û pê paqijiyê dikin. “   Akkaya, da zanîn ku ji daşir û serşoka wan bêhneke nexweş tê û nivînên wan zêde qirêjî ne û ev tişt anîn ziman: “Rûnivîn û belîf tunene. Em dixwazin jî nadin me. Rojnameya ku abone me jî nadin min. Ev şert tenê ne ji bo min ji bo hemû girtiyên di qarantînayê de derbasdar in. Kesên di qarantînayê de gelek nexweşiyan digirin û ji qarantînayê dertên. Banga hestyariyê li meclis, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî dikim.”