Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê 2021-03-24 16:38:05   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye, di Kongreya AKP’ê de di MKYK’a AKP’ê de cih girt.   Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz k udi Hilbijartina 24’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, bi xizm û parastvanên xwe Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar da kuştin jî di 7’emîn Kongreya AKP’ê de dîsa ket Lîjneya Birêvebirinê ya Biryara Navendî (MKYK) ya AKP’ê.   Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 16 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” nobet digirin.