Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da 2021-03-25 09:09:52 AGIRÎ - Li navçeya Dûtaxê eskeran Mûrat Kaya kuştibûn. Di lêpirsîna derbarê kuştina Kaya de bi hinceta "qisûr nehatiye dîtin" biryara "neşopandinê" hatibû dayîn. Piştî ku îtiraza malbatê hatibû redkirin, malbatê serî li AYM'ê da. Parêzer Mahmût Kaçan, diyar kir ku li cihê bûyerê lêkolîn nehatine kirin û şahid nehatine guhdarkirin.    Di 6'ê Kanûna 2019'an de eskeran avêtibûn ser gundê Mûşiyan ê navçeya Tûtax a Agiriyê û li gund HPG'î û esker şer kiribûn. Di şer de 3 HPG'î û bavê 3 zarokan Mûrat Kaya (28) jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê hevjîna Kaya Zozan Mihyeddîn li Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê giliyê esker û cerdevanan kiribû. Lê belê dozgeriyê di 22'yê Hezîrana 2020'an de derbarê lêpirsînê de biryara "neşopandinê" dabû. Di biryarê de îfadeya hevjîna Kaya Zozan Mihyeddînê esas nehatibûn girtin.    SERÎ LI AYM'Ê DAN    Piştî biryara neşopandinê, Zozan Mihyeddîn û xizmên wê di 10'ê Tîrmeha 2020'î de serî li Dadgerya Ceza ya Sulhê ya Agiriyê dabûn. Dadgeriyê jî îdia kiribû ku biryara dozgeriyê " li gor qanûnê ye" û di 27'ê Tîrmeha 2020'î de îtiraza malbatê red kiribû. Piştî îtiraza hati bû redkirin, malbatê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    2 Eylül 2020'de Anayasa Mahkemesi'ne (AYM) bireysel başvuruda bulundu.    PARÊZER KAÇAN: LÊPIRSÎNEK ÇALAK NEHAT KIRIN    Parêzerê malbatê Mahmût Kaçan, biryara dozgerî û dadgeriyê nirxand û diyar kir ku a hatiye kirin binpêkirina mafê jiyanê ye. Kaçan, anî ziman ku di biryara neşopandinê de wekî hincet hevpeyvînên di çapemeniya muxalif de hatine nîşandan. Kaçan, destnîşan kir ku ev jî binpêkirina maf azadiya fikr û ramanê ye. Kaçan, da zanîn ku dozgeriyê li cihê bûyerê lêkolîn nekiriye û şahid jî guhdar nekirine. Kaçan, bilêv kir ku bêyî raporên pêzaniyê dibêjin nehatiye hînbûn bê fîşek a kîjan çekê ye û ev yek bi xwe delîla lêpirsîneke neçalak e.    Kaçan got: "Dîmenên di dema operasyonê de bi droneyê hatine girtin nadin û nayên vekolandin. Em wis abawer dikin ku di van dîmenan de bersiva gelek pirsan heye. Lewma me serî li AYM'ê da. Em ê dozê bişopînin."