Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin 2021-03-25 11:38:11 STENBOL - Parêzer Rezan Sarica, ji bo derbaskirina fikar û gumanên têkildarî jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li CPT’iyê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û got: “Divê em Ocalan bi çav bibînin û dengê wî bi bîhisin.” Ji 27’ê Nîsana 2020’an vei bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dimîne, nayê girtin. Îdîayên têkildarî jiyan û ewlekariya Ocalan ên li ser hesabên medya civakî hatin parvekirin, fikar zêdetir kirin. Buroya Hiqûqî ya Asrînê ku parazvaniya Ocalan dike, bal kişand ser cîdiyeta van îdîayan û bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” 7 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê da. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê îdîayên mijara gotinê de ne, daxuyaniyek nivîs parve kir û îdîa kir ku rewşa tenduristiya Ocalan başe û îdîayên hatibûn kirin derewandin. Lê Wezareta Dadê heya niha tu daxuyaniyek ne daye.   Parêzerên Ocalan li ser bersiv nedayîna dozger û Wezareta Dadê, du caran serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Awropayê (CPT) dan û xwestin ku CPT’i tavilê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica yê ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven pêk hat de, 5 caran hevdîtin bi Ocalan re kir, derbarê îdîayan de nirxandinên girîng kirin.    OCALAN TÊKOŞÎNEK MEZIN DIDE   Sarica, tecrîda li ser Ocalan bi bîr xist û wiha axivî: “Ji bo ku em sedama tecrîda li ser Birêz Ocalan fêm bikin, divê em herin roja ku ev tecrîd bi pergal bûye. Birêz Ocalan bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê, sewqî Girtîgeha Îmraliyê kirin û ev 22 salin dibin tecrîdek girankiriye de ye. Sema vê yekê, îro jî hebûna dewam dike. Sema vê ya herî girîng, pirsgirêka gelê Kurde. Birêz Ocalan ji bo ku pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî çareser bike, têkoşînek mezin dide. Di vî warî de gelek daxuyanî, hewldan, armanc û hedefên wî hene. Lê weke her tim, ji ber vê, bi komloyeke navneteweyî re rû bi rû ma. Dema ku em li ne çareserkirina pirsgirêka Kurd mêze dikin, wê demê ne rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan jî em baştir fêm dikin. Piştî ku Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê , roj bi roj krîz û şerên li Rojhilata Navîn zêdetir bûn. Divê ev weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bê nirxandin. Ev pêvajo hîna jî dewam dike. Ji ber vê tecrîda li ser Birêz Ocalan heya roja îro dewam dike.”    Sarica bal kişand ser nûnertiya Ocalan û wiha got: “Gelo Birêz Ocalan nûnertiya çi dike? Divê ev yek baş bê dîtin. Pêşiya wî tê girtin. Ji ber ku Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bûye xwedî rol û mîsyonek mezin. Ji ber ku dewletên heyî berjewendiyên xwe difikirin, naxwazin kes xitabî jiyan û azadiya gelan bike. Birêz Ocalan, dibeje ewê tu carî ji rêya heqîqê paşve ne vegere. Ji ber ku Birêz Ocalan rêya gelan ronî dike, her tim tê astengkirin û tecrîda li ser wî dewam dike.”   REJÎMA ÎMRALIYÊ, REJÎMA TECRÎDÊ YE   Rezan Sarica, diyar kir ku misyon û kesayeteke dîrokî ya Birêz Ocalan heye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekê demokratîk û bi rûmet çareser bibe, têkoşîneke mezin bi rêve dibe. Ev îdîayên derbarê jiyana wî de tên gotin jî, me dixe nava guman û fikarên mezin. Rejîma Îmraliyê, ji xwe rejîmeke tecrîda girankiriye. Ji ber vê yekê tiştên tên gotin, divê ji rêzê neyin dîtin û dest girtin. Di rewşa heyî de, diviya bû em her heftê biçin hevdîtian muwekîlê xwe. Lê bi tu awayî ev hevdîtin pêk nayin. Ji ber ku hevdîtin nayin kirin, em nikarin raya giştî jî derbarên nûçe û îdîayên hatin kirin de ronî bikin. Ji 27’ê Nîsana 2020’an ve me dengê Birêz Ocalan ne bihîstiye û ji 3’yê Adara 2020’an ve jî me tu hevdîtin nekiriye. Ev demek dirêje em agahî jê nagirin. Rewşeke ne diyar û tarî heye. Ev jî me dixe nava fikar û gumanan. Ji bo ku ev fikarên me derbas bibin divê em biçin Îmraliyê û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bikin. Lê fikarên me dewam dikin.”   2 CARAN SERÎ LI CPT’IYÊ DAN   Sarıca, da zanîn ku wan di nava heftiyekê de 2 caran serî li CPT’iyê dan û wiha rêz kir: “Em bi lezgînî bangî CPT’iyê dikin ku peywira xwe cih bîne. Di nava çend mehên dawî de, me gelek caran serî li CPT’iyê da. Em bi her awayî rewşa tecrîda li Îmraliyê danî holê. Me xwest CTP’î di warê erk û berpirsiyariya xwe de gavên şênber bavêje. Di rastiyê de, agahiya CPT’iyê bi her awayî ji Îmraliyê heye. Me rapora xwe di vê mijarê de pêşkêşî CPT’iyê kiriye. Li Gireva Îmraliyê di asta îşkenceyê de, pêkanînên binpêkirinên mafan tên jiyîn. Divê CPT’î biçe Gireva Îmraliyê û rast rast wê derê ziyaret bike. Lazime ku pêşiya hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi malbat û parêzeran re veke û tecrîdê ji holê rabike. Em di vî warî de CPT’iyê vedixwînin peywirê.”    ‘EMÊ HEWLDANÊN XWE DEWAM BIKIN’   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê parêzer Rezan Sarica, dest nîşan kir ku ewê hewldanên xwe yên ji bo çûyîna Îmraliyê dewam bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê serlêdanên xwe yên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê yên ji bo hevdîtinê dewam bikin. Hemû pêşketinên çêdibin û çêbin dibin berpirsiyartiya desthilatdariya siyasî deye. Divê daxwazên em tavilê bên bi cih anîn. Pêwîste ku fikarên me ji holê bên rakirin û tecrîd bê rakirin. Heya ku serlêdanên me yên hevdîtinê bên redkirin, emê serlêdanên xwe yên CPT’iyê dewam bikin. Di heman demê de, di çarçoveya mekanîzmayên heyî de emê serî li Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên navneteweyî bidin. Li gorî şert û mercan em van hemûyan dinirxînin. Şert û mercên muwekîlê me tê de tê girtin, bi tu awayî nayê qebûl kirin.”   MA / Ferhat Çelîk