Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan 2021-03-25 12:25:43 STENBOL - Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzeran her wiha ji bo bi miwekîlên xwe Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li gel Ocalan tên ragirtin hevdîtinê bikin serî li serdozgeriyê dan.    MALBATAN SERLÊDAN KIR    Mehmet Ocalan ê birayê Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan.