Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin 2021-03-25 13:20:29 KONYA - 3 welatiyên, ji ber Newroz pîroz kirin û bi hinceta “pîrozkirina bêdestûr" hatibûn binçavkirin, bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.   Li gundê Golyazi yê girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, cendirmeyan 11 welatiyên ji bo pîrozbahiya Newrozê agir pêxistin, bi hinceta “Pîrozkirina bêdestûr” binçav kiribûn.    Ji 11 welatiyan 8 jê piştî îfadeya wan li Qerekola Golyaziyê hat girtin, hatin berdan. 3 welatî jî, piştî îfadeyê birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Her sê welatî îro bi 3ıdeaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr, çar rojan dema binçavkirina wan hat dirêjkirin û hevdîtina parêzeran hat qedexekirin.   Navên welatiyên hatine binçavkirin wiha ne: Hamît Karayel, Mûhammet Derecî û Mehmet Altûntaş.