Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne 2021-03-25 16:08:13 STENBOL - Mirovên Şemiyê yên li aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin, têkildarî doza derbarê wan vebûyî de diyar kirin ku divê kesên bên darizandin faîl bin û wiha gotin: “Qedexekirina Qada Galatasarayê, tundiya polîsan û astengkirina bikaranîna vî mafî li dijî hiqûqê ye.”   Dayikên Şemiyê, heta hefteya 700'emîn her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û li aqûbeta windayan bipirsin li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin. Di hefteya 700'emîn de polîsan mudaxileyî çalakiya Dayikên Şemiyê kiribûn û 46 dayik û mirovên şemiyê binçav kiribûn. 2 sal şûn ve derbarê 46 kesên hatibûn binçavkirin de doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliya Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin.    Beriya danişînê li pêş edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Dayikên Şemiyê, Mirovên Şemiyê, parêzerên wan, parlementerên HDP’ê û CHP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ya di vê dozê de tê darizandin lêgerîna me ya heqîqet û edaletê ye”   Di daxuyaniyê de ewilî dayika Mûrat Yildiz ê winda Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku çalakiya bi salan li pêş Liseya Galatasarayê pêk dianîn îro veguhestine Çaglayanê û destnîşan kir ku li ku derê bibe bila bibe wê berxwedan eynî be. Yildiz anî ziman ku manewiyata Qada Galatasarayê gelek cuda ye û wiha got: “Ew der cihê hevdîtinê yê bi heval û windahiyên me re ye. Şûna gora nîşanî me nedan me ew der ji xwe re kiribû mesken. Îro li vir ne em windahiyên me tên darizandin.”   YÊN DARIZÎNIN EM IN   Pişt re Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî. Turkdogan diyar kir ku astengkirina çalakiyeke 700 hefteyan li heman cihî û bi heman rêgezan hatiye kirin nayê qebûl kirin û wiha got: “Kesên ku dozdar jî, yên darizînin jî, yên li edaletê digerin jî, yên dixwazin faîl hesabe bidin jî, yên li pêy heqîqetê digerin jî em in. Berxwedêrî û baweriya dayikan hêzê dide me hemûyan. Çalakiya me ya li Qada Galatasarayê dom diki wê heta faîl werin darizandin bidome.”   LI DIJÎ ÎNKARÊ DÎROKA HEQÎQETÊ   Herî dawî keça Fehmî Tosûn, Jiyan Tosûn a di dozê de tê darizandin metna daxuyaniyê xwend. Tosûn bi bîr xist ku edliye ne ji bo daxwazên edaletê bên bê deng kirin, ji bo edaletê belav bikin hene û anî ziman ku li Qada Galatasarayê li dijî înkarê dîroka heqîqetê nivîsîn û wiha got: “Me Galatasaray vegerand mekana hişê. Kesên bikaranîna mafên me yên makeqanûnî astengkirin, meqamên darazê yên guhên xwe girtin, kesên binçavkirinên hefteya 700’emîn kirin hêcet, bi awayekî derveyî hiqûq û wijdanê derbarê me de doz vekirin.”   TÊKOŞÎNA BI SALAN   Tosûn da zanîn ku dadgehê bi qebûlkirina vê îdeanameya ji aliyê darizandina cezayî ve tu delîlan pêşkeş nake, prensîbên bingehîn ên hiqûqê binpêkirine û wiha berdewam kir: “Mafê kombûna aştîxwaz di bin ewlehiya peymanên navnetewî û makekanûnê ye. Hilbijartina cihê kombûnê jî perçeyekî vî mafî ye. Astengkirina hevdîtinên Dayikên Şemiyê, qedexekirina Qada Galatasarayê, tundiya polîsan û astengkirina bikaranîna vî mafî derveyî hiqûqê ye.”   ‘QAD CIHÊN GORÊN ME YE’   Tosûn destnîşan kir divê kesên bên darizandin yên faîlan diparêzinin û axaftina xwe whia bi dawî kir: “Qada Galatasarayê perçeyekî ji jiyana me ye. Dema em li windahiyên xwe geriyan em li wê qadê pîr bûn, zarokên me li wê qadê mezin bûn, nêviyên me li wê qadê hatin ser dine. Ew qad cihên gorên me ye."   DANIŞÎNÊ DEST PÊ KIR    Piştî daxuyaniyê beşdar derbasî edliyê bûn û danişîna dozê dest pê kir. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bi îdiaya "Li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandê derketine" tên darizandin. Gelek parêzer, parlamenterên HDP'ê û CHP'ê û dayik û mirovên şemiyê tên darizandin di danişînê de amade bûn. Ji ber eywana 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê biçûk bû danişîn li eywana 33'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê tê dîtin. Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir.