Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû 2021-03-25 17:13:20 NAVENDA NÛÇEYAN –  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi telefonê hevdîtin bi muwekîlê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin, lê belê hevdîtin pir kurt bûye.  Li ser medya civakê derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye. Buroyê got, Mehmet Ocalan çûye Edliyeya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye.    Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:   "Dozgeriyê gazî malbatên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş kirine ku bi telefonê bi muwekîlên me re biaxivin. Birêz Ocalan gava bi birayê xwe re axivî, di demeke kurt de telefon qut bû û piştî vê hevdîtin dewam nekir. Hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî kurt dewam kir. Birêz Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî şert û mercên tecrîdê şermezar kirin û ji ber vê hevdîtina bi telefonê qebûl nekirin.   Wek tê zanîn me ji 27'ê Nîsana 2020'an heya niha tu agahî ji Birêz Ocalan nedigirt. Herî dawî parêzerên buroya me di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn. Lê piştî ku di 14'ê Adara 2021'ê de li ser medyaya sosyal derbarê jiyana Ocalan de hin îdiayên cidî hatin parvekirin, me jî ji bo esehiya tenduristiya wî û ji bo her roj hevdîtên pê re bên kirin, serî li dozgeriyê da. Lê belê serlêdanên me nehatin qebûlkirin.   Îro jî di warê rewşa tenduristiya Birêz Ocalan de agahîne zelal bi dest me neketin. Daxwaza me ya ji bo hevdîtina li Îmraliyê didome. Her wiha Birêz Ocalan jî di vê hevdîtina kurt de nepkanîna vê daxwazê qebûl nekiriye û destnîşan kiriye ku ya tê kirin li dijî hiqûqê ye. Piştî vê hevdîtin qut bûye. Em van geşedanan bi raya giştî re parve dikin û bang li rayedaran dikin ku li gor hiqûqê tevbigerin."