Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan 2021-03-25 17:15:05   RIHA - Zarokê li Newroza Rihayê hatibû binçavkirin, bi qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.   Zarokê bi navê M.T.Ç. ê di 21’ê Adarê de li Newroza Rihayê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirin” hatibû binçavkirin, hat berdan. Di pîrozbahiya Rihayê de, bi heman hincetê 8 welatî hatibûn binçavkirin. 7 welatî duh piştî li Miduriyeta Polîsan a Rihayê îfade dan, sewqî Edliyeya Rihayê hatibûn kirin û bi qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî hatibûn berdan. M.T.Ç. jî, ji ber temenê wî bicûk bû, îro piştî lêpirsîna li miduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin. Piştî ku îfadeyan M.Ç.T. hatin girtin, bi qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.