157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-25 23:21:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 28 hezar û 731 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 157 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 28 hezar û 731 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 30 hezar û 619 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 120 hezar û 13.