Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye 2021-03-26 09:01:39 WAN - Sûat Kayayê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê cara dudoyan ew danîbû ser Şîrketa BELVAN'ê, derket holê ku ji ber ku milyon û 178 hezar TL pere çirpandiye, ji kar hatiye derxistin.  Derket holê ku Midûrê Giştî yê Şîrketa BELVAN a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Sûat Kaya, ji ber "sextekarî"yê ji kar hatiye avêtin. Qeyûmê ewil ê tayinî şaredariyê hatibû kirin di 26'ê Tîrmeha 2018'an de Kaya kiribû Midûrê Giştî yê Şîrketa BELVAN'ê. Lê belê piştî ku di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de HDP cardin bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû, rêvebiriya HDP'î nelirêtiyên ku Kaya kiribûn tespît kiribûn û wî ji kar avêtibû.    Di 18'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin. Qeyûm Walî Mehmet Emîn Bîlmez, çawa dest bi qeyûmtiyê kiribû, cardin Kaya anîbû ser Şîrketa BELVAN'ê.    Derket holê ku rêvebiriya qeyûm di 18'ê Kanûna 2019'an de Kaya ji kar avêtiye.    SEXTEKARÎ Û ÇIRPANDIN    Di 4'ê Sibatê de kesek giliyê Kaya dike. Ji ber vê derbarê wî de lêkolîn tên kirin. Di lêkolîna hatiye kirin de derketiye holê ku di 5'ê Mijdara 2018'an de li Bankeya Yapi Krediyê li ser navê şîrketê hesabek hatiye çêkirin, lê belê ev hesab ne bi biryara desteya midûran bûye û hewaleyên hatine kirin jî haya şîrketê ji wan tune bûye. Li gor rapora ku hatiye amadekirin, di 7'ê Mijdara 2018'an de ji hesabê şîrketê 350 hezar TL, di 8'ê Mijdara 2018'an de 300 hezar TL û di 14'ê Mijdara 2018'an de jî 100 hezar TL ji hesabekî din re hatiye şandin. Hat destnîşankirin ku yê ku ev kiriye Sûat Kaya ye.     Dîsa hat destnîşankirin ku Kaya, di 25'ê Hezîrana 2019'an de ji hesabê şîrketê 139 hezar û 700 TL pere kişandiye, lê belê ev pere daxilî nav teserifa şîrketê nehatiye kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di 29'ê Tîrmeha 2019'an de 10 hezar û 250 TL pere jî ji kesê bi navê "Neco Kaya" re hatiye şandin, lê belê tu eleqeya vî kesî bi şîrketê re tune ye û pereyê hatiye şandin cardin daxilî hesabê şîrketê nebûye.   Her wiha di raporê de hatiye gotin ku Kaya di 10'ê Çileya 2020'î de jî ji hesabê şîrketê 279 hezar û 465 Tl ji Sûat Kaya re hatiye şandin û tu belgeyeke vê yekê tune ye û pere cardin daxilî ehsabê şîrketê nebûye.    Piştî raporê, bi biryara Desteya Midûrên Şîrketa BELVAN'ê Kaya ji kar hatiye avêtin û di biryara 11'ê Adara 2020'î de jî hatiye diyarkirin ku Kaya "sextekarî" kiriye.    Nehat zanîn bê ka derbarê Kaya de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin an na.    MA / Mujdat Can