Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye 2021-03-26 10:40:23   MÊRDÎN - Hamdûllah Çelîk ê ji Girtîgeha Tarûsê hat berdan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtî pê re rûbirû mane û got: “Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye.”    Hamdûllah Çelîk ê 5 sal berê li Mêrdînê hat girtin û di 21’ê Adarê de ji Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê hat berdan û hat mala xwe ya li navçeya Qoserê behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI TARSÛSÊ    Çelîk anî ziman ku li Girtîgeha Tarsûsê di her qawîşê de 22 kes dimînin û li ser girtiyan zextên giran hene û xwarina girtiyan kêm didin wan. Çelîk diyar kir ku girtiyên li dijî vê derdikevin jî derbarê wan de lêpirsîn tê destpêkirin û wiha got: “Ava germ nîne. Westê girtî serê xwe dişon bi zanebûn av tê birîn. Nêzî 3 mehan me bi rêkûpêk ne serê xwe û ne jî cilên xweş şûşt. Her carê digotin di şebeke xera bûye. Me daxwazname dida lê bersiva me nedidan. Daxwazên me nedihatin qebûlkirin.”    Çelîk destnîşan kir ku li ser girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê zext û zilmek giran heye û got: “Her tim li girtiyan zextê dikin ku biçin qawîşên serbixwe. Di hefteyekê de sê caran lêgerîn dihat kirin û kelûpelên girtiyan desteser dikirin. Tiştên kantînê jî gelek biha difirotin me. Di pêvajoya pandemiyê de qet tevdîr nedihatin girtin. Girtiyan bi derfetên xwe kelûpelên paqijiyê temîn dikirin.”    LI KORÎDORÊ SILAVDAYÎN QEDEXE YE    Çelîk anî ziman ku girtiyên ji qawîşên cuda silavdayîna wan li korîdorê jî dihat qedexekirin û got: “Yên silavê didan hev jî dihatin hişyarkirin. Dema govend dihat gerandin, dirûşm dihatin berzkirin bi kamerayê tomar dikirin. Ji ber vê yekê jî derbarê girtiyan de lêpirsîn dihatin destpêkirin. Girtiyên bi navê Ahmet Çelîk, Azîz Ozdemîr û Adnan jî rewşa wan giran bû. Girtî nayên tedawîkirin.”    REWŞA GIRTIYÊN JI EFRÎNÊ    Çelîk destnîşan kir ku li Girtîgeha Tarsûsê ya Jimara 1’an 3 girtiyên ji Efrînê hebûn û ew piştî êrişa li dijî Efrînê hatibûn girtin û wiha got: “Dadgehê cezayê giran ê heta hetayê li Muhammed Şex Hesen, Muhammed Îbrahîm û Silêman Xelo Cemîl hatibûn birîn. Dema teên girtin dişînin Girtîgeha Hatayê. Li Hatayê bi îşkenceyek giran re rûbirû dimînin. Malbatên wan dihatin jî nikaribûn wan bibînin. Me destek dida girtiyên ji Efrînê lê belê îdareya girtîgehê qebûl nedikir. Ji ber parêzerên wan nebûne ev girtî hatine cezakirin. Divê ku parêzer ji wan re werin girtin.”    ‘GIRTÎ DIXWAZIN GEL XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE’    Çelîk bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Lîmon û şekir nadin girtiyên di greve de ne. Girtî çalakiya xwe didomînin. Girtî dibêjin heta ji Ocalan agahî neyê girtin wê dest ji çalakiya xwe bernedin. Hewce bike wê veguherînin greva birçîbûnê ya bêdawî û dorneveger. Xwesteka hevalan ji gelê me hebû ku xwedî li girtiyan û çalakiya wan derkevin.”    MA / Ahmet Kanbal