Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin 2021-03-26 10:56:29 ENQERE - Alimên olî yên di çarçoveya kampanyeya “Destpêkê edalet” a HDP’ê hatin Enqerê, gotin: “Divê gel li hemberî zilmê serî ne tewîne. Ger em li dijî zilmê li ber xwe dibin, tezeq emê qezenc bikin.”    Alimên Olî yên di çarçoveya kampanyeya “Destpêkê edalet” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê li hev civiyan, kiryar û pêkanînên bêhiqûqî û bêmaf nirxandin. Alimên olî, dest nîşan kirin ku di ola Îslamê de, cih ji bêmafiyan tuneye û dan zanîn ku yên ku li dijî zilmê bêdeng dimînin jî, weke van bêhiqûqî û bêmafiyan sûcdarin.   ‘DIVÊ BÊMAFÎ LI ZINDIYAN NEYÊ KIRIN’    Ji alimên olî Halîl Bûlût ê ji Mêrdînê hat Enqerê, diyar kir ku di Qurana Kerîm de 70 caran behsa zilm û bêmafiyan tê kirin û di ola Îsalmê bêmafî li zindiyan kirin tuneye. Bûlût, bal kişand ser bêhiqûqiya heyî û wiha axivî: “Berî her tiştî Xwedê Teala berê xwe daye mirovan. Tenê behsa mirovekê û beşekê nekiriye. Mafê her kesî li ser vê axê heye. Mafê mirovan heye ku bi axivin û bêjin ez mirovim. Îslam vê yekê dixwaze. Lê di rastiya îro ya heyî de, bindest edaletê dixwazin. Bindest behsa edalet û hiqûqiyê dikin. Kesên serdest tu carî nikarin behsa maf û hiqûqê bikin. Ev ne Îslame. Îslamiyet li dijî zilm û bêmafiyê ye.”   ‘BÊDENG NEMÎNIN’   Bûlût, da zanîn ku divê her kes rastiyê bêje û wiha got: “Lazime ku kes netirse. Xwedê jî ji pirtûka pîroz de dibêje, ‘Kesên zilmê û bêmafiyan dibînin û li dijî vê yekê dengê xwe dernaxin, wê roja qiyametê bicin dûjehê.’ Dîsa di hesîdeyeke Hz. Pêximberê me jî tê gotin, ‘Kesên ji bêmafî û zilmê re dibêjin erê, wê mîna Firewnan biçin dûjehê.’”    ‘BÊYÎ TIFAQ ZORE’   Bûlût, bal kişand ser avakirina yekitiya di navbera kurdan de jî û ev peyam da: “Heya ku em nebin yek, em tifaqa kurdan ava nekin, emê ji vê zoriyê dernekevin. Lazime ku em bibin yek.”   ‘JI BO EDALETÊ ÇI PÊWÎST BE ME BIKIN’   Endamê Kongreya Îslama demokratîk (KÎD) Mehmet Taş ê ji Amedê hat Enqerê jî, da zanîn ku li tevahiya Tirkiyeyê û bi taybetî jî li herêmê bêedaletiyek mezin heye û wiha got: “Ji bo ku em vê bêedaltiyê bînin ser ziman em hatin vê derê. Di lîteraturiya Îslamê de, hemû mirov yekin. Ji bo vê divê em têbikoşin. Ger em weke gelên bindest têkoşîna xwe nedin, wê veqetîna di navbera gelan û desthilatdariyê de kûrtir bibe. Ji bo ku êşa hemû dayikan yeke. Bi salane li herêma me şer heye û ji bo rawestandina vî şerî em têdikoşin û ked didin. Tavilê ji bo avakirin heq, hiqûq û edaletê, çi ji destê me bê em bikin.”   ‘LI DIJÎ ZILMÊ EM LI BER XWE BIDIN’   Acar, anî ziman ku Kurd weke Kurdan neqebûlkirin li gorî ayetên Qur'anê, înkar kirine û wiha bi dawî kir: “Ez cardin dibêjim, ji bo zaliman bijî dojeh. Kesên li dijî zilmê bêdeng dimînin sextekarin. Di Qûranê de jî dibêje, ‘Çiqas hêza we hebe, ewqas bikin.’ Divê gel li dijî zilmê serê xwe ne tewîne. Em li dijî zilmê li ber xwe bidin. Teqez emê qezenc bikin. Ger Kurd bibin yek, wê demê dê qezenc bikin.”