Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî 2021-03-26 12:56:32 AMED - Xebatkarê DBP’ê Azad Polat, diyar kir ku li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê polîsan lê daye û îşkenceya bi ceyran lê kirine û bi wêneyên tazî yên hatin girtin gef lê hatiye xwarin.   Xebatkarê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Azad Polat, dema di 18’ê adarê de ji navçeya Cizîra Şirnexê diçû navçeya Silopiyayê bi hinceta derbarê wî de “biryara girtinê” heye hat binçavkirin. Polat tiştên li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê bi serê wî ve hatin ji Ajansa Mezopotamyayê re vegot. Polat, diyar kir ku li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê çar rojan îşkence lê hatiye kirin, polîsan bi lêdanê û ceyranê îşkence lê kirine û destnîşan kir ku bi wêneyên tazî yên hatin girtin gef lê hatiye xwarin.   ÎŞKENCE   Polat, anî ziman ku di dema kontrola rê de polîsan ew binçavkiriye û bi lêv kir ku polîsan bi kelemçeya plastîk kelemçekirine, ji erebeyê daxistine û ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Polat, da zanîn ku di binçavan de derbarê binçavkirina wî de polîsan tu agahî nedanê û anî ziman ku piştî kontrola tenduristiyê polîsan ew birine Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Polat, diyar kir ku polîsan şîfreya telefona wî xwestine lê ji ber şifre parvenekiriye polîsan lê daye û ev tişt got: “Polîsan şîfreya telefona min xwestin lê min ji wan re got ‘ez nikarim telefona xwe vekim, telefona min amûrek min taybet e' pişt re polîs şîmaqek li rûyê min da. Dû re polîsên li qata yekemîn bi pêhnan li min xistin, danîm ser çokan û pê li min kirin. Min li vir nêzî 25 deqîqeyan îşkence li min kirin."    ÎŞKENCEYA BI CEYRANÊ   Polat, got piştî îşkence lê hat kirin ji aliyê komeke polîsên din ve heqaret lê hatiye kirin. Polat anî ziman ku polîsan careke din şîfreya telefona wî xwest ji ber şîfre neda wan li gel gotina polîsekî ya “bibin tecawiz bikin” polîsan ew birine qateke jêrtir û wiha axivî: “Cilê min ji ber min kirin. Îşlikê min kişandin ser serê min û min derdora xwe nedidît. Serê min li dîwarî xistin û pê li min kirin. Kesên îşkence dikirin min ne didîtin. Min bihîst ku fîş li prîzî xistin, piştî 10 deqîqeyan jî ceyran da laşê min. Pişt re parvekirina ser medya civakî ya bi wêneyên tazî yên hatin kişandin gef xwarin. Dûre wêneyên min kişandin. Nêzî 25 deqîqeyan ez li wir mam. Îşkence du saetan dom kir. Tenê sedem jî nedayîna min a şîfreya telefonê bû.”   RAPORA DERBÊ NEHAT DAYÎN   Polat, da zanîn ku li gel îşkenceya dît jî bijîşkê li nexweşxaneyê bi gotina “ez tiştekî nabînim, hîs nakim” rapor nedaye wî û careke din birine miduriyeta polîsan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja duyemîn û sêyemîn de jî helwesta bijîşkî dom kir. Roja ku da min derxînin dozgeriyê careke din ez birim nexweşxaneyê. Vê carê bijîşkekî cuda ji min re got ‘tu gazinên te, îşkence, lê dan heye?’ Min jî got heke tu binivîsî ez ê bejim. Bijîşkî jî got ‘ez ê binivîsim.’ Min jî gazinên xwe jê re gotin. Piştî ku min rapora xwe girt, di heman rojê de bi 5 kesan re em birin edliyeyê.”   ‘DOZGER GUHDAR NEKIR’   Polat, diyar kir ku li gel îşkenceya lê hatiye kirin vegot jî dozger guhdariya wî nekir û wiha pê de çû: “Min ji dozger re got rapora min jî heye lê ez bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat sewqî dadgehê kirim. Min tiştên bi serê min hatin li dadgehê jî vegotin û xwest şertê kontrola edlî bê rakirin. Dadgehê jî ez rasterast berdam.”   SERÎ LI ÎHD’Ê DA   Polat, têkildarî îşkenceya lê hat kirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê da. Polat, bal kişand ku tiştên bi serê wî hatin li her qerekolê pêk tên û anî ziman ku ne biyaniyê van bûyera ne.