Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî 2021-03-26 14:40:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo piştgiriya kampanya zimanê kurdî peyamek belav kir û got: “Zimanên dayikê hemû xweşin. Rêzdarî, azadiyê û mîsogeriya yasayî heq dikin.”   Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê di 22’ê Sibatê de kampanya bi daxwaza "Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê" dabûn destpêkirin. Kampanya hem li ser change.org û hem jî bi destan berdewam dike.    Piştevaniya ji bo kamapnyayê jî hem li derve hem jî li girtîgehan didome. Beriya niha bi demekê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî ji Girtîgeha Xarpêtê nameyek şandibû û banga piştgiriya kampanyayê kiribû.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, piştgirî da kampanya zimanê kurdî.    ‘ZIMAN AZADÎ Û MÎSOGERIYA YASAYÎ HEQ DIKIN’    Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî peyam belav kir û ragihand ku ew jî piştgiriya kampanyaya ziman dike. Demîrtaş bi rêya Twitterê kampanya li ser change.org belav kir û wiha got:    “Kurdî, çerkezkî, boşnakî, pomakî, ubihakî... Zimanên dayikê hemû xweşin. Rêzdarî, azadiyê û mîsogeriya yasayî heq dikin.    Ev kampanya ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin. Ez dixwazim hûn jî piştgiriyê bidinê.”