Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin 2021-03-26 15:21:08   STENBOL - Polîsan êrişî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li ber Edliya Stenbolê ji bo hevalên xwe yên dibin çavan de kom bûn, kirin û nêzî 50 xwendekaran binçav kirin.   Bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayip Erdogan, Melîh Bûlû weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin. Bertek û çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayînkirina rektor Bûlû yên xwendekaran dewam dikin. Polîsan di çalakiya duh a xwendekaran pêk anîn de êrişî xwendekaran kiribûn û gelek xwendekar binçav kiribûn. Li bendêye ku 24 xwendekarên dibin çavan de sewqî dozgeriyê bên kirin. Xwendekaran bi armanca piştgirî dayîna hevalên xwe yên dibin çavan de, li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr nedan ku xwendekar daxuyanî bidin û êrişî xwendekaran kirin. Polîsan di êrişkirinê de nêzî 50 xwendekaran binçav kirin û dîmenên rojnamegeran bi zorê jê birin.    Dûre qeymeqamtiya Kagithane, lidarxisitna çalakî û bernameyên derdora edliyê qedexe kirin. Polîsan piştî biryara qedexeyê kafeyên derdora edliyê vale kirin.    Dorpêça polîsan a derdora edliyê û rawestandina xwendekaran dewam dike.