ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-27 09:00:38 * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza girtina HDP'ê diyar kir ku îqtîdar pêşeroja Tirkiyeyê tarî dike û wiha got: "Tu fêdeya tecrîdê ji bo Tirkiyeyê tune. Bi tecrîdê Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî. Dîsa bi daxwaza girtina HDP'ê pêşeroja Tirkiyeyê tarî dikin.  * Qeyûmê Cizîrê çêkirina Kolana Yafesê bi 2 milyon û 368 hezar TL'yî dabû ber îhaleyê, lê belê proje temam nebû û niha rê ji kort û kocalan xalî nabe.    * Li Osmaniyeyê jinên HDP'î 8'ê Adarê li avahiya partiyê pîroz kiribûn. Her wiha di dema pîrozbahiyê de polîsan li kodên wan ên HES'ê jî nêrîbûn, lê belê bi hinceta "mesafeya fizîkî" binpê kirine ceza li wan hatiye birîn.    * Li Enqereyê karkerên înşeatê ku di sar û seqemê de rojê bi 140 TL'yî dixebitin, anîn ziman ku mehê 5-10 roj kar bi dest wan dikeve û nikarin debara xwe bikin.    * "Goristana Bêkesan" li Meletiyê her diçe mezintir dibe. Li vê goristanê cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên penaberan hene ku radestî malbatên wan nakin. Li vê goristana ku 385 gor hene, cenazeyên HPG'iyan jî hene.    * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku hevdîtina bi telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan provakasyon e û got: "Bi vî awayî fikarên me zêdetir bûn. Em tu salixê ji jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan nagirin."    * Di ser bûyerên 28'ê Adarê re 15 sal derbas bûn. Di dema bûyeran de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kiryarên wan hîn jî nehatine cezakirin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dabû destpêkirin di roja 19'emîn de wê berdewam bike.    * Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê wê Komcivîna Bajêr a Serdema 11'emîn li Navenda Giştî ya HDK'ê li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 835'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê wê di hefteya 633'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Cenazeyê Parlamenterê HDP'ê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim dê bi beşdariya siyasetmedar û nivîskarên kurd li Goristana Yenîkoya Amedê were veşartin. (12.00)     * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê di hefteya 470'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)   * Wê li gelek bajaran rêxistinên jinan li dijî betalkirina Peyaman Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakî li dar bixin. (12.00-18.00)