Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike 2021-03-27 09:00:52 MELETÎ - "Goristana Bêkesan" li Meletiyê her diçe mezintir dibe. Li vê goristanê cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên penaberan hene ku radestî malbatên wan nakin. Li vê goristana ku 385 gor hene, cenazeyên HPG'iyan jî hene.  Li "Goristana Bêkesan" a Meletiyê bi sedan cenaze hene. Li vê goristanê cenazeyên kesên ku di şer û di dema qedexeyên derketina derve yên 2015-2016'an de jiyana xwe ji dest dane jî hene. Cenazeyên ku ji bo otopsiyê tînin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Meletiyê, paşê li "goristana bêkesan" a Goristana Bajêr tên definkirin. Li ser her gorekê hejmarek heye. Li goristanê 385 gor hene. Li ser hin kêlikan jî hejmarên erebî hene ku di van goran de jî cenazeyên penaberan hene.    ZEHMETIYA LI SER ZEHMETIYÊ    Malbat ji bo cenazeyan serî li dozgeriyê dane, lê belê dîsa jî radestî wan nayên kirin. Malbat cenazeyên xwe teşxîs bikin jî nadin wan, li benda encama DNA'yê tê sekinandin. Gava DNA li hev derdikeve û radestî malbatan tên kirin jî, vê carê şaredarî wesayîtên cenaze nadin. Malbat jî ji bêgavî bi derfetên xwe cenaze dibin warê xwe.    Her wiha di dema şewbê de gava malbat ji bo cenaze tên bajêr, hefteyekê tên sekinandin. Ji bo wesayîta cenaze bibe jî heya saet nehê êvarî destûr tê dayîn û ji bo mayînê tenê destûrê didin ferdekî/e malbatê. Ji xeynî vê bi hinceta 'qedexeya derketina derve' ya ji ber şewbê hatiye ragihandin, nahêlin wesayîtine din bi wesayîta cenaze re biçin. Astengiyên di dema veguhastina cenaze de, di dema definkirinê de jî rû didin. Polîs û cendirme goristanan dorpêç dikin û ji xeynî çend ferdên malbatê destûrê nadin kesî ku cenaze defin bikin.    Nûnerê Meletiyê yê MEBYA-DER'ê Emrah Agçelîk behsa rewşa heyî kir.    Agçelîk, anî ziman ku gava malbat ji bo wergirtina cenaze tên, astengî li ber edliyeyê dest pê dikin û got: "Zû werin jî bi awayekî kêfî bi derengî dixin. Gava malbat tên, li edliyeyê qeyd tê êkirin. Hejmara dosyeyê diçe ber destê dozger. Dozger jî pêşî pirsên wekî 'çima çû ye, çi bûye?' dike. Heger destûrê bide, malbat diçin ATK'ê. Li vir jî bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû dimînin. Çendî ku dozgeriyê ew şandibin jî, li vir cardin li GBT'ya wan tê nêrîn. Ev hemû, ji bo tepisandinê tên kirin."    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN'    Agçelîk, bilêv kir ku bi şewbê re di warê wergirtina cenazeyan de hin binpêkirinên mafan ên nû rû didin û got: "Demek berê li Dersimê 5 kes di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Malbat di meha Sibatê de ji bo cenazeyên xwe hatin. Bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Kar û barên fermî zû qediyan, lê piştî saet pêncê êvarî destûr hat dayîn ku cenaaze bibin. Tenê belgeya destûrê dan cenazeya ku cenaze lê hat kirin. Kesek tenê dikare bi wesayîta cenaze re biçe."    ‘DIVÊ MALBAT BITÊKOŞIN'    Agçelîk got: "Parsêla ku ji bo goristana bêkesan hatiye veqetandin, tije bûye. 385 cenaze hene. Ji ber ku hejmarên fermî nehatine aşkerekirin, em tam nizanin. Lê li gor texmîna me li vê goristanê cenazeyê 150 kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane hene. Divê ev dane bi raya giştî re bên parvekirin."    Agçelîk, ji bo xwedîderketina li cenazeyan gazî malbatan kir û got: "Malbat ji bo wergirtina cenazeyan teqez divê bitêkoşin. Gava bên Meletiyê, em MEBYA-DER em ê alîkariya wan bikin."    MA / Emrûllah Acar