15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin 2021-03-27 09:00:54 AMED - Di ser bûyerên 28'ê Adarê re 15 sal derbas bûn. Di dema bûyeran de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kiryarên wan hîn jî nehatine cezakirin.  Di 24'ê Adara 2006'an de li bejahiya Şenyayla ya Mûşê 14 HPG'î bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Li Amedê ji bo 4 HPG'iyan merasîma cenaze hatibû lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevli merasîmê bûbûn û ji bo definkirina cenaze ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiyabûn. Di dema merasîma cenaze de gelek balafirên F-16 jî li ser goristanê firiyabûn. Wê demê polîsan li ber Qereqola 10 Nîsan a Rezanê tevdîr girtibûn û gava girse ji goristanê vegeriyabû polîsan gazên bombeyê û ava şid li ser girseyê rewşandibûn. Piştî demekê bûyer li seranserê bajêr belav bûbûn û paşê jî li Êlih,Qoser, Nisêbîn, Şirnex, Dersim, Wan, Sêrt, Riha, Serêkaniyê û Wêranşarê û gelek navçe û bajarên din belav bûbûn. Di dema bûyeran de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabû.    14 SIVÎL HATIN KUŞTIN    Di "Bûyerên 28'ê Adarê" de 14 sivîl hatibûn kuştin û nêzî 300 kes jî birîndar bûbûn. Li gor rapora Baroya Amedê 543 kes jî hatibûn binçavkirin û ji van kesan 91 jê zarok bûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin 278 kes hatibûn girtin.     NAVÊN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DABÛN    Di çalakiyan de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn ev in: “Li Amedê; Mehmed Akbûlût (18), Halîl Soğut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi (19), Mûstafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (17), Abdûllah Duran (9), Enes Ata (6), Mahsûm Mizrak (17), Îsmail Erkek (8), Îlyas Aktaş (24). Li Mêrdînê; Ahmet Araç (27), Sıddık Önder (22). Li Êlihê; Fatîh Tekîn (3).”   KIRYARÊN WAN NEHATIN CEZAKIRIN    Ev qasl derbas bûne lê belê kiryarek jî nehatiye cezakirin. Tenê derbarê 3 polîsên ku bûne sedema mirina Enes Ata û Mahsûn Mizrak de doz hatibû kirin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê di 26'ê Nîsana 2018'an de bi hinceta kêmbûna delîlan derbarê polîs H.A., B.O. û N.O. de biryara beraetê dabû. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dabûn serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn û DMME'yê kiryar tawanbar kiribûn, lê belê di hiqûqa navxweyî de kes jî nehat cezakirin.    NAVÊ WÎ LI KURÊ WÎ KIRIN   Yek ji kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû Mûstafa Eryilmaz bû. Gava Eryilmaz ji cihê kar diçû malê, li ber malê ber malê polîsan ew kuştibû. Piştî mirina wî kurek wî çêbûbû û malbatê navê Mûhammed Mûstafa lê kiribû. Mûhammet Mûstafa niha 15 salî ye.    Xizma Mûstafa Eryilmaz Kudsiye Eryilmaz got: "Mûstafa li ber destê min mezin bû. Zarokekî pir baş bû. Girêdayî gelê xwe bû, lê wê rojê çûbû kar. Sal û nîvek wî qediyabû ku zewicîbû. Di dema bûyeran de hevjîna wî ducanî bû. Mûstafa kurê xwe nedît. Niha kurê wî 15 salî ye."      ‘NEDIHAT NASKIRIN'    Eryilmaz, anî ziman ku xizmekî wan ê li nexweşxaneyê haya wan pê xistiye û got: "Em çûn nexweşxaneyê. Di beşa awarte de bû. Ewilî enhiştin em wî bibînin. Lê paşê hiştin. Gule li serê wî ketibû. Serê wî pir werimîbû. Lewma kesî wî nas nekir. Lê gava min xeta li ser biruyên wî dîtin, min ew nas kir. Ne ji wê xetê bûna, min ê jî ew nas nekira. 4 rojan di beşa awarte de ma. A rast gava wî anîbûn miribû. Lê bijîşk ji ber bûyeran tirsiyane. Lewma negotine Mustafa miriye."    Eryilmaz, bilêv kir ku di dema definkirina cenaze de jî bi astengiyan re rû bi rû mane û got: "Piştî ku me cenazeyê xwe wergirt, me xwest em li cem kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane veşêrin. Lê dewletê nehişt. Dewletê got, 'an hûn ê bibin gundê xwe an jî em ê wî veşêrin.' Me çi kir nekir nehiştin. Me jî cenazeyê Mustafa bir Farqînê, li gundê Tilmînê defin kir."    ‘BILA KUJER BÊN CEZAKIRIN'    Eryilmaz ku got "Heya kujerên Mustefa neyên dîtin dê dev ji vê dozê bernedin" destnîşan kir ku ji bo edalet pêk bê çi ji destê wan bê dê bikin. Eryilmaz got: "Li vî welatî edalet tune ye. Hêvîdar im heq û hiqûq pêk bê."    'EM Ê BIÇIN DMME'YÊ'   Endamê Desteya Rêvebir a ÎHD'a Amedê Yakûp Guven jî destnîşan kir ku di bûyerên 28'ê Adarê de jî polîtîkaya bêcezatiyê rû daye.    Guven, bilêv kir ku derbarê van bûyeran de tenê dosyeya Enes Ata û Mahsûn Mizrak ketine ber lêpirsînê, dosyeyên din hemû hatine sekinandin. Guven, destnîşan kir ku ji bo cezakirina kiryaran têra xwe delîl di dosyeyan de hebûn, lê belê delîl hatine reşkirin û tunekirin û got: "Bersûc bi bêcezatiyê hatine xelatkirin."    Guven, da zanîn ku piştî ku dadgeha herêmî biryara beraetê daye, serî li îstinafê dane û piştî ku îstinafê jî serlêdan red kiriye serî li Dadgeha Bilind dane. Guven, bilêv kir ku divê Dadgeha Bilind biryara heyî xera bike û got: "Me got bersûc kiryarên bûyerê ne û divê bên cezakirin Lê heger Dadgeha Bilind jî biryara bêcezatiyê bide, em ê biçin DMME'yê."    'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'    Guven, destnîşan kir ku dê dev ji vê dozê bernedin û got: "Dadgeha çi qasî bi bêcezatiyê û dozger jî çi qasî di lêpirsîneke bêçalak de israr bikin, em ê jî ew qasî zorê bidin rêên hiqûqî. Ji bo bersûc bên cezakirin çi rêyên hiqûqî hebin em ê serî li wan bidin. Heke bivê, ji bo DMME Tirkiyeyê mehkûm bike, em ê zorê bidin xwe û li rêyeke darizandinê bigerin. Em hîn jî bi hêvî ne."    MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar