47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan 2021-03-27 11:07:37   STENBOL - Ji 53 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên duh ji bo hevalên xwe yên dibin çavan de li ber Edliya Stenbolê kom bûbûn û hatibûn binçavkirin 47 jê hatin berdan. Tê payîn ku wê 6 xwendekarên din jî îro bibin dozgeriyê.    Bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayip Erdogan, Melîh Bûlû weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin. Di bertek û çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayînkirina rektor Bûlû de duh gelek xwendekar hatibûn binçavkirin. Polîsan duh mudaxaleyî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên duh ji bo hevalên xwe yên dibinçavan de li ber Edliya Stenbolê kom bûbûn kiribû û 53 xwendekar binçav kiribûn. Piştî ku îfadeya 47 xwendekaran li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hat girtin, hatin berdan. Tê payîn ku 6 xwendekarên dema binçavkirina wan hat dirêjkirin jî îro bibin dozgeriyê û îfadeyên wan werin girtin.