Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî 2021-03-27 12:44:03   ŞIRNEX - Şandeya Dadgehê li 12 kesên ji “Doza KCK'ê” ya Silopyayê dihatin darizandin 99 sal cezayê zindanê birî.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di sala 2011'an de li dijî siyasetmenderan operasyona “KCK'ê” hatibû lidarxistin û ev siyasetmedar ji vê dozê dihatin darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê hat lidarxistin. Hevşaredara navçeya Cizîrê Berîvan Kutlu a ku ji wezîfeyê hat girtin jî di nav de 30 kesên ji dozê tên darizandin beşdarî danişînê nebûn.    Hin parêzer li dadgehê amade bûn, hin parêzer jî bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn.    Dozger xwest 30 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” werin cezakirin. Dadgehê li siyasetmedaran ji 7 salan û 3 mehan û heta 8 salan cezayê zindanê birî. Ji Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu re jî 7 sal û 6 meh cezayê zindanê hat birîn.    Li 12 kesan bi giştî 99 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgehê derbarê 18 kesan de jî biryara beraetê da.