Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin 2021-03-27 13:50:20 RIHA -  Jinên şirnexî, Emîne Şenyaşar a ji bo hevjîn û du kurên xweyên hatin kuştin û kurê xwe yê girtî li ber Edliya Rihayê di nobeta “Edaletê” de ye, ziyaret kirin.   Çalakiya nobeta “edaliyê” ya malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 19’emîn de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin ber edliyê û çalakiya xwe dewam kirin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê, malbata Şenyaşar ziyaret kirin.   Ji ber ku avahiya edliyê girtîbû, serdan ji derveyî avahiya edliyê pêk hat. Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç, di serdanê de axivî û da xuyakirin ku ew vê serdanê li ser navê jinên Şirnexê pêk tînin.   Tûnç, diyar kir ku daxwaza “Edaletê” ya malbata Şenyaşar, di heman demê de daxwaza wane jî û wiha got: “Em li ser navê Meclîsên Jinên Şirnexê hatin vê derê. Dayikên mîna te zarokên xwe winda kirine, di nava me de hene. Li dijî bêhiqûqî û bêedaletiya li me hat kirin, em jî di lêgerîna edaletê de ne. Heya ku edalet pêk were, emê piştgiriyê bidin hev. Em êşa te pir baş fêm dikin û di dilê xwe de parve  dikin. Daxwaza te ya edaletê daxwaza me ye.”   Dayika Emîne Şenyaşar jî, anî ziman ku edalet nemaye û wiha hirsa xwe anî ziman: “Tenê zilmê li me dikin. Ji xeynî zilmê min tu tiştek nedît. Ev 19 rojin li vê derê rûdinim. Heya ku komkujiya li nexweşxaneyê derbikeve holê ezê li vê derê rûnim. Heya ku edalet pêk bê, çi ji destê min bê ezê bikim. Ew min bigrin jî ezê têkoşîna xwe dewam bikim. Ger ew bixwazin min bikujin jî, ezê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Kurê min bi awayekê bêhiqûq girtiye. Ma çi kiriye? Ger sûcdar be, bila werin me hemûyan bigirin.”    Jinên ji navend û navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex û Elkê yên Şirnexê hatin, dûre bi Emîne Şenyaşar re sohbet kirin û xwestin êşa wê parve bikin.