ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye 2021-03-27 16:34:29   MÊRDÎN - Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê, diyar kir ku biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Alî El Sulo yê ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekir, bi talûkeye.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê, rapora ku derbarê penaberê Sûriyeyê Alî El Sulo yê di sala 2013’an de “ferzkirina sîxurtiyê” qebûl nekir û ev rewş gilî kiribû de biryara der sînor kirina wî hatibû dayîn û dûre hatibû binçavkirin de amadekiribû, parve kir. ÎHD’ê, tiştên hatibûn serê Sulo di raporê de nivîsandin û wiha got: “Piştî ku Sulo hat binçavkirin, ji bo der sînor kirinê wî şandin Navenda Paşve Şandinê ya Dîlokê. Parêzeran têkildarî der sînor kirina Sulo de serî li Dadgeha Cezayê Sûlhê dan û ev biryar îtîraz kirine. Lê bi zanebûn bersivdayîna parêzeran tê dereng xistin.”    'BI TALOKEYE'   Di dewam raporê de wiha hat gotin: “Sulo hîna jî li Navenda  Paşve Şandinê ya Dîlokê tê girtin û divê bê berdan. Sulo bavê 5 zarokane. Sulo bi malbata xwe re  li ku derê dijî û li ku derê dixebite tê zanîn. Lê niha azadiya wî ewlekariya wî tên binpêkirin. Berî ku tiştek bi serî Sulo were, divê bê berdan û biryara derbarê wî de bê betalkirin.”