Li Hezexê qeza: 4 kes mirin 2021-03-27 20:54:24       ŞIRNEX - Li ser rêya Hezexê qezayek çêbû. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya navçeya Hezex a Şirnexê 2 wesayît li hev qelibîn. Piştî qezeyê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de Abdûllah Dundar, Osman Bayat, Kezban Aşkin û Alî Bagatekîn jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.   Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ên birîndar jî dest bi tedawîkirina wan hat kirin.