ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-28 09:00:03   * Welatiyê biasteng Alpaslan Aliç li Konyayê hatibû kuştin. Dadgehê cezayê kujer kêm kiribû. Birayê Aliç Mûstafa Aliç, bertek nîşanî vê yekê da û doza edaletê kir.    * Li Rihayê Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê ku wekî warê aştiyê jî tê zanîn, bûye sergo û warê defînegeran.    *  Li Agiriyê piştî berf û baranê kuçe û kolan dibin gola heriyê. Welatiyan diyar kirin ku serî li rêvebiriya AKP'î ya şaredariyê didin lê belê şaredarî paxav bi wan nake û gotin: "Em hatin xapandin."    * Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Bijîşk Meltem Gunbegî, destnîşan kir ku ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be. GUnbegî, ji bo civakeke tenduristiya wê baş, îşaret bi Peymana Stenbolê kir ku hemû mafên jinan diparêze.    * Qeyûmê berê Faîk Arican, "projeya Taşkopruyê" bi 25 milyon TL'yî dabû ber îhaleyê. Piştî 4 salan qeyûm Sînan Davûtoglû jî îhaleya hemaan projeyê bi 31 milyon TL'yî da heman fîrmayê.    * Li Wanê lojmanên edliyeyê ku 7 sal berê hatibûn çêkirin, niha bûne navenda tiryakkêşan.    * Li gorî hiqûqnasan hêzeke serokkomar ya ku qanûna jimare 6284'an betal bike tune ye.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dabû destpêkirin di roja 20'emîn de wê berdewam bike.    * Dibin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de, wê Meclîsa Partiyê li Enqerê bicive. (10.00)   * Civîna Giştî ya HDK'ê ya Enqerê, wê li Şaxa Tum-Bel Sen a Enqerê li dar bixe. (14.00)   * Platforma Jinan Dicle Amed, derbarê feskirina Peymana Stenbolê de, wê li Qadad Deriyê Çiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.00)