Agiriyê xistine çi halî! 2021-03-28 09:04:48   AGIRÎ - Li Agiriyê piştî berf û baranê kuçe û kolan dibin gola heriyê. Welatiyan diyar kirin ku serî li rêvebiriya AKP'î ya şaredariyê didin lê belê şaredarî paxav bi wan nake û gotin: "Em hatin xapandin."    Piştî ku di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de rêvebiriya Şaredariya Agiriyê ket destê AKP'ê, hema bibêje bajar bi tenê hatiye hiştin. Şaredarê AKP'î Savci Sayan û rêvebiriya wî, beriya hilbijartinê soz dabûn ku dê pêşî pirsgirêkên di warê rê, av û otoparkê de çareser bikin, bi hezaran kesî bikin xwedî kar û derdora Çemê Mûradê sererast bikin. 2 sal di ser hilbijartinê re derbas bûne, lê belê heya niha sozek jî bi cî nehatiye. Berevajî, pirsgirêkên bajêr girantir û zêdetir bûne.    RÊ BÛNE GOLA HERIYÊ    Rêvebira AKP'î ku tim bi pakêtên alîkariyê xwe di çapemeniya nêzî hikûmetê de dide der, ji ber ku li bajêr tu tişt nekiriye, kuçe û kolanên bajêr ji kort û koncalan xalî nabin. Nexasim jî gava baran an jî berf dibare, kuçe û kolan dibin gola heriyê.    Her wiha çopên li kuçe û kolanan jî car heye demeke dirêj nayên berhevkirin. Ji ber vê li gelek deveran lodên çopan çêdibin. Ev yek jî dibe sedem ku bêhneke nexweş ji bajêr bê û gelek kes jî ji bêgavî çopên xwe davêjin Çemê Mûradê.    Her wiha pirsgirêkeke bajêr jî otopark e. Hîn jî rêvebiriya AKP'î pirsgirêka otoparkê çareser nekiriye û pêşî li ber qirêjkirina Çemê Mûradê negirtiye.    ESNAF NE RAZÎ YE    Esnaf Erîm Beyazit ku 15 sal in traktoran difiroşe, destnîşan kir ku gava baran dibare kolanên bi toz û tebar dibin herî. Beyazit, bilêv kir ku mirov di nav heriyê de dimînin û got: "Vî halê me dibînin û tu tiştî nakin. Em li navendê ne, lê tu dibê qey rêyên me yên gunda ne. Tew rêyên gundan çêtir in. Tu esnaf ji wan ne razî ye."    Esnaf Îsal Çelîk jî diyar kir ku ji ber halê rêyan mişterî nayên dikana wî û heger wisa dewam bike dê cihê dikana xwe biguherîne. Çelîk, bilêv kir ku ji bo çêkirina rêyê serî li şaredariyê dane, lê belê şaredariyê paxav bi wan nekiriye û got: "Di dema hilbijartinê de soz didin, lê piştî rayan digirin, çi dibe bi me dibe. Em dixwazin rê û peyarê bên çêkirin. Bila pirsgirêka pergala binerdî bê çareserkirin."    POŞMAN BÛYE JI BER KU RAYA XWE DAYE AKP'Ê    Ahmet Beyazit jî diyar kir ku di hilbijartinê de raya xwe daye AKP'ê, lê belê niha poşman e. Beyazit, rêyên bi kort û koncal nîşan da û got: "Halê wê yê çêkirî bi vî awayî ye. Tên dibînin û diçin. Min raya xwe da, lê ne razî me. Me ji bo ku xizmetê bikin raya xwe da wan. Min zanibûya min nedida. Tu sozek xwe jî bi cî neanîn."    'EM HATIN XAPANDIN'    Esnafê 25 salan Tercan Aydin, anî ziman ku tenê ne rê, di warê çopê de jî pirsgirêk hene. Aydin, destnîşan kir ku tu xizmeta şaredariyê nedîtine  û got: "Her der herî ye. Em nizanin em ê çi bikin. Em ji şaredariyê qet ne razî ne. Sed soz dan, qet nebe bila pênc heb bihatana kirin. Gel xapandin. Em hatin xapandin. Mêrik golek xweş avêt me."    Keyayê Taxa 100. Yilê Erkan Aydemîr jî rêyên bi kort û koncal nîşan dan û got taxa wan ji xizmeta şaredariyê ne razî ye. Aydemîr, diyar kir ku gelek caran daxwazname dane şaredariyê, lê belê dîsa jî pirsgirêk nehatine çareserkirin.    Şêniyê Taxa 100. Yilê Cesîm Demîş ê 58 salî jî anî ziman ku qofeyên çopê kêm in û ji ber kort û koncalên rêyan tim tekerê duçerxeya wî diteqin.