‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike' 2021-03-28 10:37:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Dr. Hayrî Hazargol, anî ziman ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê li Îmraliyê asê maye û wiha got: “Kesên ku li dijî îqtîdarê derdikevin û li dijî pêkanînên li Îmraliyê dernakevin bê ser û pê ye, nakokî ye. Ya rast kesên heta li dijî pêkanînên li Îmraliyê pêk tên dernekevin nikarin siyaseta bi ser û ber bikin. Çareseriya pirsgirêkê li Îmraliyê ye."     Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Dr. Hayrî Hazargol, têkildarî îdeayên di 14'ê Adarê de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bûn û axaftina telefonê ya 25'ê Adarê ku di nêvî de hat qutkirin li quncikê xwe yê rojnameyê nivîsi. Hazargol, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di axaftina xwe de cemaweri hişyar kiriye û wiha got: "Li Tirkiyeyê mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan li îmraliyê ye."    Hazargol di nivîsa xwe Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi sernavê “Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike" de bal kişand ser qutkirina telefonê û helwesta siyaseta muxalif û wiha cih da nivîsa xwe: "Rêberê PKK'ê ku 23 salin li Îmraliyê du hucreya yek kesî de tê girtin, der barê tenduristiya wî de îdeayek hat kirin. Li dijî vê yekê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bertekên hişk nîşan dan. Gelê Kurd di Newrozê de bê navber ‘Bijî Serok Apo û Bê Serok Jiyan Nabe’ berz kirin. Xuya ye ku vê berteka gel îqtîdar tirsand û destûr da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi telefonê bi malbatê re biaxive. Lê piştî Rêberê PKK'ê got 'Bila parêzerên min bên hevdîtinê,' telefon hat qutkirin. Rêberê PKK'ê got 'Sibê li vir çi li me bê nediyar e' û raya giştî hişyar kir. Ev nîşan dide ku li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê zext heye."      Hazargol, da zanîn ku aqilê dewletê nemaye û wiha lê zêde kir: "Di îqtîdara AKP-MHP'ê de ev aqil tev belav bûye. Ev aqilê nizane çi dike Tirkiyeyê bi rêve dibe. Li Tirkiyeyê ji 4 paran parek Kurd in. Lê ev aqil li Kurdan zulmê dikin. Lê Kurd hişyar bûne. Azadiya ziman, çand û nasnameya xwe dixwazin. Dixwazin xwe bi rêve bibin. Şerê li dijî vê yekê û tecrîda li ser Rêberê wan, tê wateya ku aştiyê naxwazin. Heta bi Kurdan re li hev neyên Tirikye dê çawa aram bibe?    'ZEXTÊN LI ÎMRALIYÊ HIŞMENDIYA ÎQTÎDARÊ NÎŞAN DIDE'   Hazarogol, da zanîn ku zextên li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên meşandin, polîtîka û hişmendiya îqtîdarê nîşan dide û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê tecrîda li Îmraliyê xwedî wateyek mezin a siyasî ye. Li Tirkiyeyê siyaseta zext û tundiyê bingeha xwe ji van pêkanînan digire. Ji ber vê yekê kesên li dijî îqtîdarê derkevin û li dijî van pêkaninên tecrîdê dernekevin helwesta wan bê ser û ber e. Nakokî ye. Ya rast kesên heta li dijî pêkanînên li Îmraliyê pêk tên dernekevin nikarin siyaseta bi ser û ber bikin. Çareseriya pirsgirêkê li Îmraliyê ye. Yê li Îmraliyê tê girtin ne kesek e. Bi milyonan mirov li qadan li wî xwedî derketin. Pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin û girîng li Îmraliyê asê maye. Mifteya Çareseriyê Îmralî ye. Eger rayedarên Tirkiyeyê dibêjin pirsgirêka Kurd heye divê vê rastiyê qebûl bikin. Heqareta li Rêberê PKK'ê tê kirin, li gelê Kurd tê kirin. Kî çi dibêjin bila bêjin Kurd vê yekê qisa qebûl dikin. 23 salin çima parêzer nikarin hevdîtin bikin? Pir aşkere ye li dijî hiqûqê ye. Yê vê yekê ava dike û dixwaze tola siyasî hilîne Tayyip Erdogan, Bahçelî û Soylu ye. Bi vê yekê xerabiya herî mezin li Tirkiyeyê dikin. "