Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye 2021-03-28 12:16:41   RIHA - Malbata  Şenyaşar ku 20 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" digire di çalakiyê de gotin "Sûcdar diyar e. Wekîl û malbata wî ye."    Li Navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Bav û 2 kur kuştibûn. Dayik Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hatin kuştin, li gel kurê xwe Ferit Şenyaşar, li pêş Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" digire. Malbata Şenyaşar çalakiya nobetê îro di roja 20’an de berdewam kir.    Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe berdewam dike, li ser hesabê medya civakî ev agahî parve kirin: “Kargeriya me xera kirin. Nexweşxane kirin gola  xwînê. Divê hesab ji qetilkirina li nexweşxaneyê bê pirsîn. Em dizanin sûc teqez e. Sûcdar diyar e. Wekîl û malbata wî ye. Em ê ji bo zarokên xwe edaletê bixwazin û bi edalet bin. Em daxwaza xwe ya "Edaletê" di roja 20’an de berdewam dikin."