Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî 2021-03-28 12:43:01   STENBOL - Penaberê Kurd ê 24 salî ku li Navenda Binçavkirina Korinth 17 meh in girtî ye, bi armanca girtinê şermezar bike, dawî li jiyana  xwe anî.    Penaberê Kurd ê 24 salî ku li Navenda Penaberan a Korinth a Yewmenîstanê 17 meh in girtî ye, bi armanca girtina xwe şermezar bike, dawî li jiyana xwe anî. Penaberê ku navê wî nehat fêrbûn, doza ku jê girtiye îro hat dîtin. Piştî heyetê biryara berdewama girtina wî da, bi armanca vê biryarê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. Piştî girtî dawî li jiyana xwe anî, kesên li navenda binçavkirinê dest bi çalakiyan kirin. Penaberan di çalakiyê de agir bi hin beşên navendê xistin. Polisan mudaxaleyî çalakgeran kir. Tevgera Yekîtiya li Dijî Gefên Faşîst û Nijadperest (KEERFA), piştî vê yekê daxuyanî da û got: “Ev ne întîxar e. Encama zagonên hikûmeta Yewmenîstan û Yekîtiya Ewropa ye."