Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin 2021-03-28 14:25:51   STENBOL - Li Perava Yenîkapi ya Stgenbolê, cenazeyê jinekê nasnameya wê ne diyar hat dîtin.    Li ber Perava Yenîkapi ya navçeya  Fatîh a Stenbolê, cenazeyê jineke 50 salî hat dîtin . Piştî agahî dayînê, ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyer. Cenazeyê jina ku nasnameya wê ne li ser, ji bo lêpirsînê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkoşînê ya Samatya yê.    Hat diyarkirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike û piştî otopsiyê wê sedama mirina jina navê wê nehat zanîn, bê tespîtkirin.