Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû 2021-03-29 09:00:52 MERSÎN – Hunermend Kadîr Çat ku cara yekemîn di Newroza Amedê de derket ser dike, diyar kir ku li hemberî biryardariya gel mest bûye û got ku gel ji desthilatê re gotiye ku ew li vir in û çong naşikînin. Newroza îsal ku bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hat pîrozkirin, li gel pandemiyê jî bi milyonan kes tevlî tevlî bûn. Di pîrozbajiyên ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan ji her beşên civakê bi milyonan kes tevlî bûn de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, doza girtina HDP’ê û vekişandina ji Peymana Stenbolê bertek hatin nişandan. Yek ji navendên ku Newroz lê hat pîrozkirin û gel bi kincên xwe yên herêmî tevlî bûn û eleqeyeke mezin nîşandan Amed bû. Hunermend Kadîr Çat ku cara yekemîn di Newroza Amedê de derlet ser dike, çavdêriyên xwe yên Newrozê parve kirin.    CARA YEKEMÎN DERKET SER DIKÊ   Çat, da zanîn ku cara yekemîn di sala 2012’an de ji bo Newroza Amedê hatiye vexwendin, lê ji ber ku ew sal Newroz hatiye qedexekirin nikaribûye tevlî Newrozê bibe û ji ber wê cara yekemîn îsal tevlî Newroza Amedê bûye. Çat, destnîşan kir ku li gel astengiyên polisan jî bi sed hezaran kes herikîne qada Newrozê û wiha got: “Li hemberî biryardarî û coşa gel mest bûm. Desthilat li bendê bû gel tevlî Newrozê nebe, lê gel daket qadan û vê bendewariyê vala derxist. Bi vê re gel bersiva pêwîst da polîtîkayên zext û tepisandinê.”   GEL XWEDÎ DERKET   Di berdewamê de Çat, bi lêv kir ku ji saetên serê sibehê ve bi sed hezaran qada Newrozê têje kirine û ev tişt anî ziman: “Hefteyek beriya Newrozê li Amedê bûm. Bêdengiyek di nav gel de hebû. Lê roja Newrozê ev bêdengî bû qêrîn. Newroza Amedê her sal xweş derbas dibe lê îsal cuda bû. Newroza 2021’an Newrozele dîrokî bû. Newroz îsal bi awayekî pê bikeve li Amedê hat pîrozkirin. Gele, li partî, bîrdozî, têkoşîna azadiyê, çalakgerên xwe yên greva birçîbûnê xwedî derket.  Gele ji kesên ku kurdan û gelan cihê dikin re got, ‘komê xwe deynin ber xwe û carek tenê bifikirin’. Tenê derneketim pîrozbahiya Newrozê. Tişta min li wir dît rastgeh bû. Qadeke mezin bû. Tevlîbûna ciwanan û coş gelek zêde bû. Gelek caran derketime ser dike lê Newroza Amedê bandorker bû. Bû kêliyek ku ez ê di jiyana xwe de qet ji bîr nekim. Girseyê vê da jiyandin.”   ‘EM LI CEM GELÊ XWE NE’   Çat, bal kişand ser astengiyên polisan û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Di bin navê ewlehiyê de polisan dikê provaqe kirin lê li gel vê jî nikaribûn coşa gel asteng bikin. Spasiya beşdarên Newrozê dikim. Ev gel li cejna xwe ya neteweyî û nirxên xwe jî xwedî derket. Em li cem gelê xwe ne. Gelê me zehmetiya herî mezin jiyaye. Li gel hemû astengiyan jî daket qadê. Weke hunermend jî tişta dikeve ser milê me cih girtina li cem gel e.”   MA / Mehmet Şah Orûç - Esra Solîn Dal