Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî 2021-03-29 10:53:48   ENQERE - Malbata 10’ê Cotmehê, ji bo ku balê bikişîne ser edaleta ku 2000 rojin nehatiye bi cih anîn, li ser medya civakê bi #Adaletsiz2000Gün çalakî li dar xist.   Di 10’ê Cotmeha 2015’an de, DAIŞ’ê di “Mîntînga Ked, Aştî û Demokrasiyê” ya li ber Gara Enqerê hat lidarxistin de, êrişek bombeyî pêk anî û di êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Malbata 10’ê Cotmehê ya ji zixmên 104 kesan pêk tê, di 2000 roja komkujiyê de, ji bo ku balê bikişîne ser bêedaletiya heyî, li s er medya civakî çalakî li dar xist.   Malbata 10’ê Cotmehê, bi hastaga 2000rojên bêedalet (#Adaletsiz2000Gün) dest bi çalakiya xwe kir û çalakî wê heya 31’ê Adarê dewam bike.   Malbatan, diyar kirin ku ligel ku 2000 roj bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, edalet nehatiye bi cih anîn û ev parvekirin kirin: “31’ê Adarê roja Çarşemê, 2000 rojên Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê ye. Berî 2000 rojan, me 104 kes di komkujiyê de winda kirin û ji 450 kesan zêdetir jî mirov birîndar bûn. Îro dermankirina birîna birîndaran dawam dike. Birînên me jî hîna vekirine. 2000 roj derbas dibin. Bi vê bûneyê em ê bi hastaga (#Adaletsiz2000Gün) li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin. Em ê daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman û windahiyên xwe carek din bibîr bînin. Ger hûn vîdeoyan bikêşin û piştgiriyê bidin emê keyfxweş bibin.”