Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin 2021-03-29 12:41:15 SEMSÛR - Dozger tevî hemû delîlên doza JÎTEM’ê ya Kerboranê bi hêceta delîlên şênber ku bersûcan sûc kiriye nîn in xwest bersûc werin beraetkirin. Parêzer Erdal Kûzû got ev biryara dozger encama polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê ye.     Li navçeya Kerborana Mêrdînê di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de 3 jê zarok 8 welatî hatibûn revandin û qetilkirin. Tê îdiakirin ku çawişê pispor Bîlal Batir jî têkildarî windakirinê agahî daye malbatan. Derbarê kuştina welatî û agahî dayîna vê leşkerî de doz hatibû vekirin û doz bi hêceta “ewlehiyê” neqlî Dadgeha Semsûrê hatiye kirin. Danişîna 21’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat lidarxistin. Fermandarê qereqolê yê wê serdemê jî di nav de 18 bersûc bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” tên darizandin. Parêzerê malbatan Erdal Kûzû û malbat beşdarî danişînê bûn. Bersûc û parêzerên wan mazereta xwe ragihandin û beşdarî danişînê nebûn.    Dozgerê dozê yê biryara xwe eşkere kir bi hêceta ku derbarê bersûcan de tu delîlek şênber bi dest nexistiye û tiştên pê tên sûcdarkirin ne teqez û bi bawerî ye xwest bersûc werin beraetkirin.    ‘EV POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ YA DEWLETÊ YE’    Parêzerê malbatan, Erdal Kûzû di danişînê de parastinê kir û got ew li dijî biryara dozger bo parastinê bike dem dixwaze. Kûzû xwest îfadeyên Abdullah Çolak û Adem Kûl ên bersûc were girtin. Kûzû destnîşan kir ku biryara (mutala) dozger wek dozên din wan şaş nekiriye û got: “Wek polîtîkaya dewletê li ser pergala darazê polîtîkayek bêcezakirinê serdest e. Bi her awayî kesên li ser navê dewletê sûc kirine tên parastin. Mutala heyî ya dozger amade kiriye mutalayek guncawî vê ye. Dozger bi vê biryarê bersûcan diparêze. Wê ev mutala nikaribe ser sûcê hatiye kirin veşêre. Ev mutala ji hiqûq û yasayan dûr e.”   ‘EZ NAXWAZIM BI QATILÊN KURÊ XWE RE BIJÎM’    Bavê Davût Altinkaynak ê hatibû windakirin Abdulazîz Altinkaynak jî di danişînê de axivî û wiha got: “Ez beşdarî vê mutalayê nabim. Ji bo ez dikarim danişîna were li dijî mutalayê parastinê bikim, dem dixwazim. Ez şahidê wan rojan im. Min û birayê min jî binçav kiribûn. Ez dixwazim her kes li pêşberî edaletê wekhev be. Em li bendê bûn ku bersûc girtî werin darizandin, lê dixwazin wan beraet bikin. Vê yekê me şaş hişt. Ez naxwazim li welatek wiha ku pergala hiqûqê sûcdaran biparêze bijîm. Ev wêneyê kurê min ê 12 salî ye. Dawit 12 salî bû û wî avêtin bîra 12 metre kûr. Me wî ji wê bîra kûr derxist. Ez naxwazim bi qatilên zarokek 12 salî re bijîm. Heke edalet hebe ez dixwazim qatilên kurê min werin cezakirin.”    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê navber da danişînê û danişînek din wek danişîna biryarê taloqî 28’ê hezîranê kir.