Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in 2021-03-29 14:06:22   AMED - DFG’ê û MKGP’ê banga tevlîbûna danişîna ewil a li Wanê derbarê 4 jê girtî 5 rojnamegeran de hatiye vekirin kirin û wiha gotin: “Divê rojnameger ne li girtîgehê bin, li pey nûçeya bin.”   Di 11’ê îlona 2020'an de li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên ku derketibûn operasyonê welatî Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û îşkence li wan kiribûn û piştre jî ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da bû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala yên piştî  ku îşkence û avêtina ji helikopterê kirin nûçe, di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin. Wê danişîna ewil a her çar nûçegihanên ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin di 2’yê nîsanê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê were dîtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî danişîna ewil a rojnamegeran li avahiya DFG’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên DFG’ê û MKGP’ê beşdarî civînê bûn.    Di civînê de ewilî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî. Altan diyar kir ku rayagiştî ji avêtina helîkopterê û îşkencekirina Şiban û Tûrgût ji nûçeyên bûne sedemê darizandinê agahdar bûn û wiha got: “Heke hevalên me ew nûçe çênekiribûna haya kesê jê çênedibû. Li gel her tiştî jî rastî ji rayagiştî re ragihandin. Pişt re dema nûçeyên di şopandin de hatin astengkirin, herî dawî jî hatin girtin.”   DIVÊ NE LI GIRTÎGEHÊ LI NÛÇEYÊ BIBIN   Altan, anî ziman ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin û wiha berdewam kir: “Hevalên me 6 meh in girtî ne. Em jî weke rêxistinên çapemeniyê li benda piştevaniyê ne. Em bang li raya giştî dikin; hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Rojnamegerî ne sûc e, karekî pîroz e. Em mafê rayagiştî yê xwe gihandina nûçeyan diparêzin. Hevalên me ne sûcdar in, rojnameger in. Divê rojnameger ne li girtîgehê li pey nûçeya bibin. Divê hevalên me demildest bên berdan.” Altan, bang li rojnameger, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rayagiştî kir ku tevlî danişîna di 2’yê nîsanê de bê dîtin bibin.   ‘EM Ê RASTIYAN RAGIHÎNIN’   Dûre Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney axivî û wiha got: “Ev doz, dozeke ku nûçegihanî, mafê me yê nûçe çêkirinê tê darizandine. Guney, qala binpêkirina mafan ku piştî girtinê Şehrîban Abî û Nazan Sala lê rast hat kir û wiha berdewam kir: “Zextên li ser jinên rojnameger her ku diçe zêde dibin. Piştî ku hevalên me hatin girtin jî rastî mûdaxaleyeke taybet hatin. Li girtîgeha ku birine xistin qawişên zilaman. Li wir paqijî tune bû û di wî hewayê sar de betanî jî nedane wan. Em van pêkanînan weke li rojnamevanên kurd ên jin hatine kirin dibînin. Em ê ji van polîtîkayan re bi ragihandina heqîqetê ya rayagiştî bibin bersiv. Ragihandina rastiyan soza me ye.”   JI ROJNAMEGERÊN JIN RE BANG   Guney, banga tevlîbûna danişîna 2’yê Nîsanê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi taybetî hempîşeyên xwe yên jin hemû hempîşeyên xwe vedixwînin. Ji ber ku ev têkoşîn berdewama mîrateya jinê ye. Ne tenê hempîşeyên me yên jin divê rêxistinên jinan ên din jî xwedî derkevin. Em hemû jinan vedixwînin piştevaniyê. Em dixwazin ku demildest ji vê bêhiqûqiyê vegerin û hemû hevalên me bên berdan.”   ÊRÎŞA MAFÊ BIDESTXISTINA NÛÇEYÊ   Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî destnîşan kir ku darizandina rojnamegeran erîşa ser azadiya çapemeniyê ye û wiha axivî: “Êrîşeke hem ser rojnamegeran hem jî ser mafê bidestxistina nûçeyê ye. Rojnameger ji ber rastî nîşandan tên darizandin. Ji ber em mafÊ bidestxistina nûçeyê ya gel jî biparêzin li bendê ne ku beşdarî danişîna di 2’yê nîsanê de bibin.”   RASTIYA DIVÊ BÊ XELATKIRIN   Muftuoglû, anî ziman ku Cemîl Ûgûr ê ku li Wanê avêtina du welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihand hêjayî Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe hat dîtin û wiha got: “Rastiya divê bê xelatkirin, mixabin li Tirkiyeyê dibe mijara darizandinê. Mixabin rojnamegerên ev kirin nûçe di nava çar diwaran de tên girtin. Hevalên me di îfadeyên xwe yên miduriyeta polîsan û dozgeriyê de anîn ziman ku xebatên wan yên rojnamegeriyê encax gel û rêxistinên pîşeyî darizînin. Em jî dubare dikin, nûçeyên hevalên me encax gel dikare binirxîne. Ew hêz vê darizîne jî gel e.”