Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin 2021-03-29 16:36:40   RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî di nav de derbarê 29 siyasetmedaran de bi hêceta tevli meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûne doz hat vekirin.    Derbarê ji 29 siyasetmedarên tevli meşa ku Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Rihayê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş li dar xistibû bûne doz hat vekirin. Îdianameya bi îdiaya “Li dijî qanûnê meş û xwepêşandan li dar xistine, birêvebirine û tevli bûne” hat amadekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Nergîz Çîgdem Karakeçîlî jî di nav de derbarê 29 siyasetmedaran de îdianame ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat qebûlkirin.    QEDEXEYA WALITIYÊ   Di îdianameya hatiye amadekirin de îfadeyên siyasetmedaran, girteka girtin û bûyerê, rapora lêkolînê, girteka tespit û lêkolîna dîmenan, qeyda sicîla edlî û nifûsê û berfirehiya dosyayê weke delîl pêşkeşî dadgehê hat kirin. Li gel qedexeya walitiyê pêkhatina meşê weke hincet hat nîşandan. Hat xwestin ku 29 siyasetmedar li gorî xalên 28/1, TCK. 53/1 qanûna civîn û meşên xwepêşandanan bên cezakirin.   KESÊN DOZ LI WAN HATIYE VEKIRIN   Navên di îdeanameyê de cih digirin wiha ne: Abdulah Polat, Ahmet Îstek, Alî Çoban, Bekîr Karakeçîlî, Berîtan Sayan, Cahîde Ûdûm, Emîne Çetîner, Fayik Taşkaya, Hasan Yildiz, Hatîce Goktepe, Îsmaîl Kaplan, Îsmaîl Karadagli, Kelîme Balî, Keskîn Bayindir, Leyla Akgul, Lutfu Hazer, Muhammet Bektaş, Mahmût Bînîcî, Mahmût Dagtekîn, Mehmet Koştî, Mehmet Ogûr, Mehmet Ferît Tamga, Mîkaîl Gozek, Nergîz Çîgdem Karakeçîlî, Nûrûllah Kakiz, Omer Yildirim, Selma Ateş Yilmaz, Sitki Dûrsûn û Ûlaş Çoban.