Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me 2021-03-30 09:03:32   WAN - Penaber Îbrahîm Ergun, li Yûnanîstanê li kampê bi awayekî gumanbar miribû. Birayê wî Feyzî Ergun diyar kir ku bawer nakin ku birayê wî xwe kuştibe û got: "Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me. Berpirsiyar Yûnanîstan e."    Penaberê kurd Îbrahîm Ergun 17 mehan li Navenda Destgîrkirinê ya Penaberan a Korinthê ya li Atînaya Yûnanîstanê girtîbû. Di 27'ê adarê de di konteynerekê de cenazeyê Ergun ê 24 salî hatibû dîtin. Hatibû îdiakirin ku ji ber ku derbarê wî de berdewamiya biryara girtinê hatiye dayîn, xwe kuştiye. Piştî karên otopsiyê tê payîn ku dê cenazeyê Ergun bişînin navçeya Kopê ya Mûşê.    Bira Feyzî Ergun ku li Fransayê dimîne, tiştên qewimîne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    'JI BER ZILMÊ REVIYA'    Ergun, bilêv kir ku birayê wî ji ber zext û zoriyên siyasî berê xwe daye Yûnanîstanê û gava hewl daye derbasî Îtalyayê bibe hatiye binçavkirin û ji ber ku li Yûnanîstanê derbarê wî de dozek hatiye kirin li kampê hatiye ragirtin. Ergun, diyar kir ku ji ber doza derbarê birayê wî de, daxwaza wî ya îltîcakirinê nehatiye qebûlkirin. Ergun, diyar kir ku birayê wî ne kesekî werê bû ku xwe bikuje û got: "Yûnanîstanê bê hincet birayê min radigirt. Wekî her kurdî ew jî ji ber zilmê reviyabû û dixwest biçe Ewropayê. Birayê min digot, dadgeha derbarê wî de formalîte ye. Dixwest bê Fransayê. Ez jî bi heman hincetan hatim Ewropayê. Birayê min ji ber zilmê terka welêt kir, lê cenazeyî wî dan me."    'BERPIRSIYAR YÛNANÎSTAN E'    Ergun, destnîşan kir ku mirina birayê wî "nayê qebûlkirin û ne mirineke asayî ye" û yeqîn nakin ku birayê wî xwe kuştibe. Ergun, anî ziman ku berpirsiyar Yûnanîstan e û got: "Berpirsê jiyana vî mirovî Yûnanîstan e. Bi îdiaya 'li welatên Ewropayê mafên mirovan heye' xwest bê vir, lê cenazeyê wî dan me. Berpirsê mirovekî girtî dewlet e. Em ê dewleta Yûnanîstanê bidin ber dadgehê."    MA / Dîndar Karataş