Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê 2021-03-30 09:08:17   MÊRDÎN - Qeyûmê berê yê Mêrdînê ji bo çêkirina hin rêyan 10 îhale çêkiribûn û 352 milyon TL xerc kiribû. Lê belê piraniya van rêyan xera bûbûn. Qeyûmê nû heman rê cardin dan ber îhaleyê.    Qeyûmê duyem ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de hatibû tayinkirin, hema bibêje çêkirina hemû rêyên bajêr cardin dan ber îhaleyê. Ji bo rêyan 3 îhale hatine destpêkirin. Çend roj şûn de dê encamên îhaleyê bên aşkerekirin. Ji bo teslîmkirina projeyan 210 roj wext hatiye terxankirin.    352 MILYON XERC KIRIBÛ    Rêyên ku niha qeyûmê duyem ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dane ber îhaleyê, di dema qeyûmê şaredariyê yê ewil Waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman de jî ketibûn ber îhaleyê. Yaman di 17'ê Mijdara 2016'an de taynî şaredariyê hatibû kirin.   Yaman, ji bo çêkirina rêyan 10 îhaleyên cuda çêkiribûn û bi giştî 352 TL xerc kiribû. Lê belê rêyên hatibûn çêkirin niha piranî jê xera bûne. Her wiha derketibû holê ku rêyên ketibûn ber îhaleyan jî piranî jê nehatibûn çêkirin.    Nelirêtiyên di îhaleyan de piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an di dema rêvebiriya HDP'î de hatibûn tespîtkirin. Paşê mufetîş hatibûn şaredariyê û nelirêtî tespît kiribûn.   MA / Ahmet Kanbal